Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rakirina Parêzbendiya Parlementerên HDP'ê Kaçmaz û Dag Hate Meclîsê


Meclisa Enqerê - Parlementoya Tirkiyê li Enqerê

Teskereya Serokomarîyê ya ku derheqê hilandina parêzbendiya zagonsazîyê, ku di derbarê parlementerên HDP'ê Huseyîn Kaçmaz û Dersîm Dag de hatîye dayîn hate parlementoya Tirkiyê.

Ev teskere niha di dest Komîsyona Têkel ya Endamên Encûmena Edeletê de ye. Piştî komîte nirxandina xwe dike, dê ji meclisê re hête şandin.

Parlementerê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz hatina van teskereyan ji bo Dengê Amerîkayê nîrxand û da dîyarkirin ku armanca desthilatê pêşî girtine li sîyaseta Kurdan. Kaçmaz gotinên xwe wiha anîn ziman, "Him di derheqê min û him jî di derheqê hevala me Dersîm Dag de du teskere hatin meclîsê. Rastî di derbareyên gelek hevalên me yên din de jî bi sedan teskere ana li meclîsê ne. Desthilatî di warê sîyasî de nikare pêşî li me bigre dixwaze ku bi van hinceta me derxîne derê sîyasetê."

Parlementerê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz
Parlementerê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz

Di nav sedema van teskereyan de piştgirî dayîna grevên birçîbûnê tête nîşandayîn. Parlementerê HDP'ê Kaçmaz li ser vî sedemî jî desekine û gisên xwe wiha didomîne:

"Ji bo min hincetê ku nîşan didin rastî ne hiqûqîne ne jî tiştekî mirovîye. Dibêjin ku 'te piştgirî daye grevê birçîbûnê'. Temaşe bikin 227 roje ku ev grevên birçîbûnê didomin. Armanca me ewe ku kesek zirarê nebîne û jîyana xwe ji dest nede. Lê ev daxwaz ji bo desthilatîyê wek sûc tê hesibandin."

Grevên birçîbûnê demeke dirêje ku li cur bi cur girtîgehan berdewam dike. Li gorî Kaçmaz, piştgirî dayîna dawîkirina grevên birçîbûnê bi ya wan hiqûqî ye, lê armanca ku di fezlekeyan de hatine dîyarkirin jî bê hiqûqîne ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:19 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG