Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Dibêje Ew Heqê Xwe ji Erdogan re Helal Nakin


Bajarê Semsûr
Bajarê Semsûr

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) îro ji ser hesabê xwe yê Twitterê bersîva daxuyanîya Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan yên li bajarê Semsûrê da.

Erdogan îro li Semsûrê, ki di erdhejê de wêran bûbû, derheqa kêmahîyên xebatên hawarçûnê li xwe mikûr hatibû û ji Semsûrîyan xwestibû ku heqê xwe li wî helal bikin.

HDP got ku ew heqê xwe ji wan kesan re helal nakin ku bacên erdhejê li dijî wê armancê xerc kirine, yên ku mîlyonan ji lobîyên avahîsazîyê re herikandine, helal nakin.

HDP bi berdewamî got ku ew heqê xwe ji wan kesên ku bûne sedema cemidîn û mirina bi hezaran kesan helal nakin.

Di twîta HDPê de herwiha hate gotin ku ew heqê xwe ji wan kesên ku AFD û Kizilayê li gor berjewendîyên xwe bi kar anîne û efûyên jibo binpêkirinên qanûnên avahîsazîyê derxistinê re jî helal nakin.

Jêder: Twitter

XS
SM
MD
LG