Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlementerê HDP'ê: Stratejîya HDP'ê di Hilbijartinê de Tolhildana Kerkuk û Efrînê Bû


Omer Ocalan Parlementerê HDPê

Partîya Demokratîk ya Gelan HDPe, hur û kur li ser encama hilbijartinê disekine. Di civîna Meclîsa Partîyê ya li roja 13 Avrêlê 2019’an de, HDPê hem li ser kêmasîyên xwe yên bajarên ku windakiribûn sekinî û hem jî li Rojavayê Tirkîyê paşxistina AKP û MHP’yê rawestîya.

Li gor birûboçûnên rayedarên HDPê gelek kêmasîyên HDP’yê jî derdikevin pêş. Parlementerê HDPê Omer Ocalan gava vê yekê dinîrxîne dibêje, dibe ku li Kurdistanê HDPê li hin cîyan lawaz ket, lê helwesta HDPê ya hilbijartinê sîyaseta AKP û MHP’yê jî di binî de qels kir.

Ocalan, ji bo Dengê Amerîka di hevpeyvîna xwe ya taybet de, ew wiha rave dike:“Stratejîya HDPê ya hilbijartinê 31 Adarê ne tenê ji bo Tirkîyê ji bo çar perçên Kurdistanê bû. Desthilata Tirkîyê dixwast Kurda ji holê ra bike. HDP ji bo çar perçên kurdistanê peyamek da desthilatê. Got ku heke tu êrîşa ser Kerkukê, êrîşa ser Efrînê, êrîşa ser Referandûma Başûrê Kurdistanê bikî, em jî bersîva te bi vî şêwazî didin û HDP bersîva wan da.”

Şeş namzedên HDP yên ku hatibûn hilbijartin Desteya Hilbijardinê ya Bilind (YSK)ê ew ji erka xwe durxis û erka namzedê partîya duyem ango AKP’yê pejirandin. Parlementerên HDP Omer Ocalan li ser vê mijarê jî sekinî û daxuyakirin ku desthilatîya Tirkîyê li gorî qanûnên xwe jî birêva naçe:

“YSK’yê namzedê me qebûl kir, şeş navçên me de hevalên me hatin hilbijardin, lê du re jî erka wan qebûl nekirin. YSK li zagonê xwe jî xwedî dernakeve.”

Ocalan, herî dawî daxuyakirin ku, piştî encamên hilbijardinê êdî ne AKP û ne jî MHP dê nikaribin sîyaseta xwe ya li dijî demokrasîyê bimeşînin û şîdetê teşwîq bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:08 0:00

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG