Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amedê HDPê Bernameyeke Namzedên Jin Lidar Dixe


Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Amedê bernama danasîna namzedên jin lidarxist û beynameya rêvebiriya jinan eşkere kir.

Hevseroka HDPê Pervîn Bûldan di bernamê de axivî û destnîşan kir di 2014'an vir de HDPê bi sîstema hevserokatiyê dikeve hilbijartinan û temsîliyeta jinan a wek hev regeza wan ya sereke ye.

Bûldan destnîşan kir cara pêşî di dema HADEP de di sala 1999'an de sê jinên Kurd weke şaredar hatin hilbjartin. Di sala 2004'an 4 jin, di 2009'an de 14 jin bûn şaredar.

HDP ji 2014'an de dest bi sîstema hevserokatiyê kir.

Pervîn Bûldan
Pervîn Bûldan

Hevseroka HDPê behsa namzedên AKPê jî kir û got AKP li 75 bajaran tenê jinek namzed nîşan daye. Herwisa li 634 navçeyan 14 jin tenê bûne namzed.

" 2014'an vir de jin di nav biryaran de cî girtin, koordinasyonên jinan, navend û saziyên jinan hatin zêdekirin. Xebatên jinan berbiçav bûn lê yên ku van xweşiyan hezim nekirin, derbeyek li ser şaredariyên me pêk anîn. Erka ku di hilbjartinan de bidest nexistin bi kiryarên li dijî hiqûqê bi darê zorê şaredariyên me sendin."

Dehan hevşaredarên jin û bi hezaran xebatkarên jin hatin girtin. Hemî saziyên ku jibo jin û zarokan xebatan dikirin girtin. Jinan mehkûmê tûtûjiyê kirin.

Wê got HDP garanitya azadî û mafê jinan e.

Hun dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:51 0:00

XS
SM
MD
LG