Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amedê Protestoya Êrîşên Dijî HDP’ê


HDP Protest in Diyarbakir
HDP Protest in Diyarbakir

Malbatên ku du sal in li pêş avahîya HDP’ê ya Amedê kon vekirine, zarokê xwe yên din av PKK’ê de ji HDP’ê dixwazin, roja Pêncşemê li Enqerê çelenga reş danîn ber derîyê HDP’ê.

Di nav xebatkarên HDP’ê û polîsan alozî çêbû. Polêsek gef li berdevka Meclîsa Jinan ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran xwar û got ‘’Ezê te bi diwar ve bizmar bikim’’.

Piştî daxuyanîya şermezarkirinê ya HDP li Enqerê, li Amedê jî parlamenter û endamên HDP’ê daxuyanîyek dan.

‘’Em dizanin ku ne teasduf e, hema du malbat jiber xwe werin, biryar bidin û li pêş HDP çalakîyek bikin. Ev konsepta êrîşê ji wezaretê hatiye plan kirin, li walîtîyê hatiye saz kirin. Dema opozîsyon bixwaze çalakîyekê bike, bi hezaran polîs li serê me kom dibin, êrîş dikin, desteser dikin,” Cîgira Seroka Gruba HDP’ê Meral Daniş Beştaş daxuyanîyê de got.

Wê îdia kir ku hin kesên din ew malbat anîne pêş abahîya partîya wan.

‘Ev malbat bi deste polîsan anîn pêş navenda me û yê ku vê çalakîyê kir ne malbat in, polîs bi xwe ne. Fermanê jî Wezareta Navxweyî da wan. Ew polîsê ku gefa kuştinê li parlamentera me xwar, kujerek potansîyel e û hîn jî li ser kar e. Polîsê ku gefan dike bi qasî yê ku fermanê daye sûcdar e.”

Beştaş bang li karbidestan kir ku tedbîrên ewlekarîyê xurt bikin.

‘’Divê piştî gefa li parlamen xwar kêlîyek jî li ser kar nemine, divê lezûbez bê girtin, jiber ku gefa kuştinê li parlamentera me xwariye. Di cîyê wan de li pêş navenda partîya me êşkence dikin, gelek kes desteser dikin, parêzer kelemce dikin.’’

Beştaş êrîşa ser HDP’ê ya Îzmirê û kuştina Denîz Poyraz jî bibîr xist û gotk ku ‘’Çeteyên we hevala me Denîz kuşt.’

Sîyasetvana Kurd dîyar kir ku HDP jibo demokrasî û aştîyê tekoşînek dide.

‘’Lê dema hikûmet dikeve nav tengahîyekê û provakasyonan li ser HDP’ê plan dikin. Malbatên ku anîn û li pêş HDP’ê dan rûniştin, dibêjin ku ew jibo zarokên xwe nobetê digirin, lê hun niha li derveyê sînor bi operasyonan bombeyan li ser serê zarokê wan jî dibarînin. Zarokek wan jî mir lê ez nav nadim, em dibêjin cîyê çareserîyê parlamen e, lê hun bo provaksyonan malbatan tînin pêş partîya me, wan bi kar tînin, dikin amurê armancê xwe yê sîyasî.’’

KHF_5_06_2022_Ayşe_Başaran
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:49 0:00

XS
SM
MD
LG