Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldan Sîyasetên Hikûmeta APK'ê Hember HDP'ê û Kurdan Rexne Dike


Pervin Buldan Hevseroka HDP'ê. Wêne ji arşîvê ye.
Pervin Buldan Hevseroka HDP'ê. Wêne ji arşîvê ye.

Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan roja yekşemê beşdarî kongera HDP'ê ya Batmanê bû.

Buldan di axaftina xwe de anî ziman partîya desthilatdar ji HDP'ê re dibêje 'mecala wan nemaye' û weha dewam kir:

‘'Bila kerem kin werin li vê holê binerin, qey me dikin ciyê xwe. Jiber ku mecal bi wan re nemaye nikarin derkevin pêş gel, lewma her êrîşên me dikin, partîya me reş dikin û dixwazin me krimînalize bikin.''

Hevseroka HDP'ê daxuyakirin hemî kongreyê wan bi coşiyek mezin lidardkevin û ev dimen desthilatiyê acis dike. Herwîha îdia kir AKP û MHP hêza dewletê, ya hiqûqê û medyayê daye pişt xwe û êrîşan li partiya wan dike.

''Armanca sereka ya êrîşê wan jî jiber hêza me ya ku rojbiroj zêdetir dibe. Em jî dizanin derde wan ev e, lewma her dozên bi fen û fût li me vedikin, Neha li hember me du dozên komplo hene, ye doza Giritinê ye ya din jî doza Kobaniyê ye.''

''Di roja doza Deniz Poraz û bîranîna Roboskê de li Bahçelievler a Stembolê êrîşê ser partiya me kirin. Em dizanin armanca wan tirsandin û astengkirina xebatên partîya me ye. Lê em natirsin, paşde gav navêjin, serî li pêş wan danayinin,’’ Buldan got.

Wê anî ziman ku HDP hemî êrîş û doza vala derdixe, gel jî rastiyan dibine, li hember van êrîşan gelê Kurd li rex HDP'ê bi sere bilind berxwedide.

Buldan destnîşan kir li Tirkiye neha gendeliyek, xizaniyek, krizek mezin heye, lê kirza herî herî mezin ya bingehîn pirsgirêka Kurd e.

Buldan weha dewam kir:

''Gelek desthilatî pirsa kurd tune hesibandin lê ew tunebûn, AKP'ê jî pêşî got ew pirsa kurd weke pirsa xwe dibinin lê paşê înkar kirin. Lê ger hun hebûn û ziman û çand û îrade û sîyaseta vî gelî qebûl nekin hunê jî wekî yên beriya xwe tune bibin.’’

Buldan daxuyaniyek rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bîr xist ku gotibû 'Ger derfet hebe dikare pirsgirêka Kurd di hefteyek de çareser bike' lê di ciyê wî de 6 sal in tecrîdek mezin li ser wî tê meşandin.

''Jibo çareseriyê divê hilbjartina pêşdemî li Tirkiye çêbe. HDP'ê ji herdemî zêdetir ji hilbijartinê re jî ji desthilatiyê re jî amade ye.''

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:09 0:00

XS
SM
MD
LG