Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehkirina Parlamenterên HDPê li Tirkiyê Dom Dike


Parlamentera HDPê ya Şirnexê ya berê Aycan Îrmez, jiber peyamek sala 2015'an ku li ser daxûyaniya wê ya ser kuştina Taybet Î'nan belav kiribû, bi 1 sal û 6 mehan hat cezakirin.

Lİ ser daxuyanî û peyamên di heqê wê de heta niha 16 doz hatine vekirin. Yek ji wan dozan li ser parvekirina peyamek li ser kuştina Taybet înan bû.

Taybet Înan jineke 58 salî bû û di encama teqînek de li Silopê jiyana xwe jidest da û meytê wê hefteyek li kuçê li erdê mabû.

Piştî çar salan Dadgeha Asliyeyê ya Şirnexê bi hiceta ku Aycan Îrmez bi daxuyaniyên xwe di nav gel de dibe egera hestên tolhildan û dijminatiyê, sal û şeş meh cezayê hepsê li wê hat birî.

Birêz Îrmez biryara dadgehê weke biryarek sîyasî binav dike. Ew dibêje, di heqê pirsiyarnameyên ku pêşkeşî parlamentoyê jî kiribû, doz hatine vekirin.

Raporta Xecîcan Farqînî - Amed 05. 03. 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:55 0:00


XS
SM
MD
LG