Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP'ê Ragihand ku Ewê li Dadgehê Berevanîya Devkî Neke


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ragihand ku ewê di doza girtina partîyê de li Qanûna Bingehîn berevanîya devkî neke.

HDP bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku wan serlêdan kiriye ku berevanî bimîne piştî hilbijartinê, lê bi taybetî bo wê 11’ê Nîsanê hatiye bijartin.

Li gor daxuyanîya HDP’ê, ew dê jiber vê helwesta Dadgeha Qanûna Bingehîn di 11’ê Nîsanê de berevanîya devkî neke.

Ji alîyê din ve Partîya Kedê (EMEP) ji Hevpeymanîya Ked û Azadîyê vekişî.

Serokê EMEP’ê Ercument Akdenîz ragihand ku ewê partîya wan bi lîsteya Partîya Çep ya Kesk here hilbijartinan.

Akdenîz dîyar kir ku wan bo prosedurê biryareke wisa daye, lê ew di tifaqê de ne.

Jêder: Twitter

XS
SM
MD
LG