Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demirtaş Partiya HDP'ê Giran Rexne Dike


Selahattin Demirtas, Hevserokê berê yê HDPê
Selahattin Demirtas, Hevserokê berê yê HDPê

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku du sal in li girtîgeha Edirne'yê girtî ye, li ser ANF daxuyaniyek belav kir û di wir de rexneyên giran li HDP girtin.

Ew dibêje, HDP tekoşîna xwe bi parlamentoyek ku bê erk hatiye hîştin bisînor kiriye, Demirtaş destnîşan dike ku divê HDP derhal ji hewaya betlaneyê derkeve û vegere meydanan û dakeve nav gel.

Demirtaş dibêje "Di demek ku hem yasa hem sîstema dadgeriyê bê erk hatiye hîştin, partiyeke ku mafê xwe yê demokratîk yê protestoyê bikar neyne, nikare tu hêviyek bide gel".

Syasetvanê Kurd îdia dike ku hin rêvebir û berdevkên partiyê zimanek sivik bikartînin da ku rayedarên dewletê hêris nekin.

Demirtaş rexenyên xwe weha didomîne: "Hewildanên we yên ku xwe weke opozisyonê didin nîşandan û qaşo rexneyên biçûk yên ku hûn li desthilatê dikin, di nav gel de aciziyan çêdike. Pêşengên gel divê wêrek û xwedî seknek bi biryar bin. Nêzikatiya ku tenê parastina xwe dike, lihevkirina nepenî ya bi faşîzmê re hûn nikarin pêşengiya gel bikin. Ku hûn berdêl nedin, heqê we nîne ku ji gel berdêlan bixwazin."

Hûn bixwazin agahiyên zêdetir li ser daxuyaniya Selahattîn Demirtaş hîn bikin, fayla deng gohdar bikin.

Rapora Xecîcan Farqîn 11.08.2018 Amed
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:25 0:00

XS
SM
MD
LG