Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Berdana Demîrtaş û Yuksekdag Dixwaze


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ragihand ku ger hevserokên wê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag neyên berdan ewê Tirkîyê bi toleyên nû re rûbirû bimîne.

HDP’ê dîyar kir ku divê herî dereng heta Îlon li gor biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa tevbigere ku jibo Demîrtaş û Yuksekdag biryar dabû ku mafên wan têne binpê kirin.

Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa dîyar kiribû ku Demîrtaş û Yuksekdag di hiqûqa navxweyî de ser girtibûna rêkên pêdeçûne nedîtine û serî li wê daye.

Wê dadgehê ser Demîrtaş û Yuksekdag dijî Tirkîyê biryara binpêkirinê dabû.

HDP’ê îdia kir ku Tirkîye tevî hemî hişyarîyan jiber dadgehên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) nahelêle ku Demîrtaş û Yuksekdag serbest bimînin.

HDP’ê dîyar kir eger ew heta Îlonê serbest nemînin ewê Tirkîyê bi toleyên nû re rûbirû bimîne.

HDP’ê di daxuuyanîyê de bang li berpirsan kir ku dev ji sîyaseta dîlgirtinê biterîkinin û hevalên wan berdin.

Jêder: HDP, Twitter

XS
SM
MD
LG