Hevserokê Bajaran yên Partîya Demokratîk ya Gelan li Navenda Giştî ya HDP’ê civîyan.
Di vê civînê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axaftinek kir. Sancar di axiftina xwe de li ser tevahîya sîyasetê ya Tirkîyê û hevdîtinên li gel Serokê PKK Abdullah Ocalan rawestîya û got, “Em dixwazin hemû partîyên opozîsyonê bila li gel Ocalan hevdîtin çêkin.”
Rayedarên HDP’ê di nav van rojên dawî de bêtir dengên xwe jibo çareseririna pirsgirêka Kurd bilind dikin. Di rojên borî de Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay dabûxuya kirin ku bi Ocalan re seba ku hevdîtin çêkin serî li Wezareta Dadê dane.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî di civîna hevserokên bajaran de li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd rawestîya. Sancar li vê derê ragihand ku ew dixwazin pirsgirêka Kurd di nav xeta demokrasîyê de çareser bikin. Sancar bangî hemû hêzên Tirkiyê kir û got:
“Em dixwazin serê hemû gelên Tirkîyê ji belayan rigzar bikin. Li ber vî jî em di warê pirsgireka Kurd de çareserîyeke demokratîk dixwazin. Rêya çareserîya demokratîk jî di muzekere û dîyalogan de derbas dibe. Heke em di vî warî de serkeftî bibînin emê vî welatî ji hemû belayan rizgar bikin.”
Sancar, di qisedana xwe de li ser hevdîtinên li gel Ocalan jî rawestîya. Hevserokê Giştî yê HDP’ê daxuyakirin ku ewan jibo ku opozîsyon jî li gel Ocalan hevdîtin çêke pêşnîyarî wan kirine. Li gorî Sancar, rêya herî rast ewe ku opozîsyon jî li gel Ocalan hevdîtinan çêke.
Sancar, di warê pirsgirêka Kurd de çareserkirineke mayînde di hevdîtina Ocalan de dibîne. Sancar li gel xandeyeke dixwaze ku li gel Ocalan li Îmralîyê hevdîtineke vekirî çêbikin. Li ser vê jî Sancar cih dide van dîtanan:
“Me di demeke nêz de bi Hevseroka min Pervîn Bûldan re seba ku serdan û hevdîtina Îmralîyê bikin me daxwazê xwe ji Wezareta Dadê re dîyar kir. Ev daxwazên me vekirîne, em dixwazin bi vê hevdîtinê rêya aşitî û çareserîyê vekin û polîtîkayên şer rawestînin. Em bi vî jî gelek bawerîn.”
Di rojên borî de Serokomarên Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna gruba AKP’ê de li ser mexseda Kurdan gotibû, “Temaşe bike zarok pir girînge. Mêze ke yê PKK 5 dane, 10 dane 15 dane zarok heye.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar ev jî bibîranî û bi tundî ev nêrîna Erdogan rexne kir. Sancar, ev gotin bi awaekî nîjadperestî jî nîrxand û bertekên xwe wiha anî ziman:
“Ev gotinên Erdogan yên ser zarokan raste rast nîjadperestîye û Kurdan di warê nifûsê de armanc digre.”
Sancar di civînê de li ser hilbijartinên pêşîya me û Îtifaqa Ked û Azadîyê jî rawestîya. Sancar amaje kir ku ewê vê îtifaqê dê bêtir mezin bikin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar di qisedana xwe de li ser bikaranîna çekên kîmyavî jî rawestîya û di vî warî de jî got, “Pêwîste şandeyên serbixwe vê bûyerê lêkolîn bikin.”