Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDK Dibêje Armanca Operasyonên Dawî Tirsandina Gel E


Parêzer Bulent Aşa: Bêyî Biryara Dadgehê Xebatên HDK’ê Ne Pekane Ku Derqanûnî Were Dîtin

Di 3’ê Hezîran’ê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Komarê ya Tekîrdag’ê de li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di operasyonekê de 37 kes hatibûn desteser kirin.

Ji van 37 kesan 29 kes piştî îfade dayînê ji alîyê dadgehê ve hatibûn girtin û 8 kes jî bi şertê kontrola dadwerî hatibûn berdan.

Berîya girtina van kesan di îfadeya polîsan de ji her 37 kesan jî pirs hatiye kirin ku gelo ew Kurdî dizanin an na.

Herwiha xebatên sîyasî yên HDK û Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yên li Herêma Trakya (bakurê rojavayê Tirkîyê) ji alîyê dozgerê lêpirsînê ve jî weke "neqanûnî" hatin nirxandin.

Beramberî vê yekê girtîyan hemû tawanên dijî xwe red kirine û gotiye ku HDK platformeke ku niha xwedî serok, heyet, delege, meclîs e û xebatên xwe didomîne û ne pêkan e ku mirov van xebatan dijî qanûnê bibîne.

Parêzer Bulent Aşa dibêje ku hemî xebatên HDK'ê hatine krîmînalîze kirin û jiber vê yekê jî operasyon hatiye kirin.

“Çalakîyên HDK’ê yen ku wek tawan têne nişandan bê bingeh û bê delîl in. HDK tê terrorize kirin û xebatên wê dij hiqûqî tên îlan kirin. Lê, HDK platformeke bi tevahî qanûnî ye û ew rêxistineke civaka sivîl e.”

Aşa bi berdewamî dibêje ku bê biryara dadgehan ti rêxistin nikare wek rêxistineke neqanûnî were binav kirin.

“Niha derbarê HDK’ê de biryara dadgehê ya bi vî rengî tuneye. Navê wê di lîsteya Wezareta Karên Navxweyî de tuneye. Lewma xala destpêkirina lêpirsînê siyasî ye û ne hiqûqî ye. Jiber ku HDK rêxistineke sivîl e ku hemû xebatên xwe bi awayekî zelal dimeşîne. Bi awayekî eşkere li dijî azadîya rêxistinbûnê ye ku ev rêxistin wek neqanûnî were ragihandin.”

Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr jî bertek nîşanî girtinan da got ku tê xwestin ku di vê serdema nû de bi platform, rêxistin û sazîyên girseyî yên demokratîk, têkeve nava tirsê.

“Tê xwestin ku civet ji nêrînên HDP’ê û ji sîyaseta wê were dûrxistin. Lê, êdî derfeta wan nemaye ku bandorê li civakê bikin. Dibe ku di dema pêş de zextên li ser HDK’ê zêdetir bin, lê ev êrîşên li hemberî me rê li ber rêxistinbûna HDK'ê ya di nava civakê de nikare bigire.”

MEB_6_3_22_Desteserkirina_Endamen_HDK
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:01 0:00
XS
SM
MD
LG