Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevalbendên HDP'ê Dijî Êrîşan Piştgirî Didin Wê


Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bi serok û berdevkên partîyên hevbend yên HDP’ê re li Navenda Giştî ya HDP’ê ivîneke çapemenîyê li dar xist.

Sancar got ku êrîşên ser partîya wan sîstematîk in, lê heta ew hebîn ev welat jî wê radestî destê rejîma yek mirovî nebe.

Piştî damezirandina HDP’ê heta niha 10 hezari zêdetir endam û rêveberên HDP’ê hatine binçav kirin û şaredar, parlamenter û hevserokên HDP’ê jî di nav de nêzî 5 hezar kes jî hatine zindan kirin.

Di rojên çûyî de jî Serdozgerîya Komarê ya Enqerê di çarçoveya Doza Kobanê de lêpirsîneke nû destpê kir û derheqa 91 kesan de biryara desteserkirinê da û li ser vê biryarê li 13 bajarî 46 kes hatine girtin.

Doza girtina HDP’ê, darizandina Doza Kobanê û firehkirina vê doze, HDP li ser xwe wek êrîşeke sîstematîk ya desthilatîya Tirkiyê nîşan dike.

Jiber van êrîşan jî Hevseroka ESP’yê Ozlem Gumuştaş, Endamê Partîya Şoreşger Burcugul Çubuk, Heverokên DBP’ê Sahîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Berdevka SODAP’ê Sevtap Akdag Karahali, Hevserokê SYKP’ê Cavît Ugur, Berdevka Partîya Çep ya Kesk Ayşe Erdem û Îbrahîm Akin piştgirî dan HDP’ê.

Piştî civînê di bin seroktîya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar de daxuyanîyeke hevpar hate dayîn.

“Em ji gel hêzeke pir mezin digirin û ev yek jî berpirsîyeke girîng dide ser milê me. Îro em bi hevgirên xwe re civîyan. Di dawîya hefteyê de jî emê bi Meclîsa Partîyê re bicivin. Rojeva me gelek dagirtî ye, pisgirîkên Tirkîyê yên mezin hene. Di serî de qeyrana aborîyê tê. Em hêzeke sîyasî ya bi hêz in, lê ev desthilatî bi hemû amûran ve ser me de tê. Niha jî Doza Kobanê fireh kir, dixwaze yên ku alîkarîya Kobanê kirine ceza bike,” Sancar got.

Wî bi berdewamî got ku di dema êrîşên ser Kobanê li her derê dinê alîkarî û piştgirî hat dayîn, lê vê desthilatîyê piştgirî da DAIŞ’ê û niha jî dixwaze tola wê rake.

ED_15_04_2022_Mîthat_Sancar_HDP
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00
XS
SM
MD
LG