Parlamenterê CHP’ê Gursel Tekîn çend roj berê di televîzyonekê de gotibû ku pêkan e Îtifaqa Milet du wezaretan bide HDP’ê.
Partîya Baş berteke tund da wê daxuyanîyê Tekîn û Seroka Giştî ya Partîya Baş Meral Akşener got ku cîyê ku HDP hebe, ew li wê derê nabin.
Ev çend roj in ku hem li çapemenîya Tirkîyê û hem jî di nav sîyasetê de ev yek tê gotûbêj kirin.
Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu got ku di nav partîya wan de biryareke wiha nehatîye girtin.
Lê, desthilatî vê daxuyanîyê bêtir di nav çapemenîya xwe de bi kar tîne û dijî opozîsyonê wek kartekê dixebitîne.
Li ser van daxuyanîyan, HDP’ê jî dawî li bêdengîya xwe anî. Berdevka HDP’ê Ebru Gunay, di civîna hefteyî de gotina Meral Akşener rexne.
“Qet yek HDP’yî nayê ser mêza ku tu li ser î û nayên qehwexaneye ku tu tê de rûnî jî.”
Akşener, di navbera salên 1996-1997’an de li Tirkîyê erka Wezîrê Navxweyî kiribû û di wê demê de gelek karsazên Kurd ji alîyê kujerên nedîyar ve hatibûn kuştin.
Berdevka HDP’ê Gunay, ew yek jî bi bîr xist û Akşener wek berpirsa wan kesan tawanbar kir.
“Tu qet meraq neke, tiştê ku tu bidî vî welatî tarîtîya salên 90’an e. Careke gel, karên tarî yên ku te bi Mehmet Agar û Tansû Çîller re kirine, baş dizane. Gava tu lî ku derê bî, qet yek HDP’yî jî wê neyê cem te.”
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel jî Akşener bi tundî rexne kir û got ku partîya ku bi nasnameya faşîst derdikeve pêş bi gotinên wiha zimandirêjî dike.