Ajansa Mezopotamya ragihand ku di operasyonên desteserkirinê de li Amed, Mêrdîn, Agirî, Êlih (Batman), Îzmîr û jimareke bajarên din 75 kes hatine desteser kirin.
Li gor ragihandina wê ajansê, di nav wan kesên desteserkirî de nûçegihanê ajansê Ahmet Kanbal û jimareke sîyasetvanan jî hene.
Polîsan di operasyonan de li Îzmîrê bi ser avahîyên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) de jî girtine.
Hevserokên HDP’ê yên Îzmîrê Vedat Çinar Altan û Berna Çelîk û hevseroka partîyê ya Buca Nîhat Turk hatine desteser kirin.
Pêla desteserkirinê ya vê hefteyê piştî peqîneke li Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê destpê kir.
Jêder: Ajansa Mezopotamya