Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Dijî Tundîya Ser Jinan Banga Têkoşîna Hevbeş Dike


Ayse Acar Basaran
Ayse Acar Basaran

Berdevka Meclîsa Jinan a Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran li avahîya HDP’ê ya Stenbolê preskonferansek li dar xist.

Parlementer Başaran derbarê rojeva jînan û tecrîda ser rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan û di heman demê de li ser rewşa zindanan axifî.

Başaran pêşîn di civînê de bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û şert û mercên zindanên Tirkîye.

“Tevî ku ev 23 sal in dem bi dem hevdîtinên parêzer, malbat û heyetê bi Birêz Ocalan tên kirin jî, tecrîteke hişk didome.”

Başaran anî ziman ku bi pandemîya vîrusa korona şert û mercên giran yên li zindanan hîn girantir bûye.

“Jin jiber têkoşînê di zindanan de dîl tên girtin. Kuştînên jinan bênavber dewam dikin. Tenê di Çileya 2022'an de 26 jin ji alîyê zilaman ve hatin kuştin û 28 jin jî bi awayekî gumanbar tê gotin ku mirine û xwe kuştine. Hikûmet li şûna pêşîgirtinê kuştina jinan, zilaman jibo kuştinê teşwîq dike.”

Başaran dîyar kir ku sîstema dadwerîyê di mijara têkoşîna jinan de ji bi biryarên xwe zilaman diparêze.

"4 penaberên Îranî jiber ku gotibûn ku “Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin” tê xwestin ku ji Tirkîye werin sirgûn kirin. Em bang li hikûmetê dikin; Yên ku têkoşîna jinan dimeşînin, hun li zindanan digirin û jin jî li beramberî vê yekê di zindanan de têdikoşin. Hun jinan sirgûn dikin. Lê bizanibin ku emê zîhnîyeta we ya zilamperest ji van sînoran derxin. Emê nehêlin hun tenê zilaman biparêzin û êmê pêşî li kuştina jinan bigirin. Em careke din li vir vê yekê dibêjin,” Wê got.

Başaran bi berdewamî got ku xizanîya jinan her ku diçe kûrtir dibe û Tirkîye jî di nava krîzeke mezin a aborî de ye.

“Jiber encamên polîtîkayên şaş ên hikûmetê gel ji bilî faturayên gaza xwezayî û elektrîkê her roj dest vala ji sûk û bazaran vedigere. Ev xizanî pirsgirêkeke ku bandorê li tevahîya civakê dike ku di vê pêvajoyê de jî herî zêde jin bandorên neyênî dibînin.

Başaran bal kişand ku armanca wan ew e ku berîya 8'ê Adarê zêdetir hevkarî û hevdîtinan bi jinan re bikin û li dijî zîhnîyeta zilamperest berxwedan, têkoşîn û tifaqa jinan mezin bikin.

MEB_2_11_22_HDP_Preskonferans_A_Basaran
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00

XS
SM
MD
LG