Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenterê Kurd Kaçmaz Doza Girtina HDP’ê Dinirxîne


Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê di doza girtina HDP’ê de “Doza Kobanê” sedema herî serekî dibîne.

Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz dibêje ku bi bizavên bê hiqûqî tê xwestin ku ev doz yekser bi dawî were û partîya wan jî were girtin.

“Pêşî hesabên me cemidandin, serîlêdana me red kirin, aniha jî dixwazin ku di Doza Kobanê de ceza bidin û partîya me û berî hilbijartinê wê bigirin.”

Rûniştina Doza Kobanê cara yekê di 26’ê Nîsana 2021’an de li Dadgeha Cezaya Giran ya 22’yan li Enqerê hatibû dîtin û 108 rêvebirên HDP’ê tên darizandin.

Ev doz di girtina HDP’ê de wek hinceta esasî tê dîyar kirin, parêzerên HDP’ê vê dozê bi tevahî dozeke sîyasî dibînin ku desthilatîyê fermana wê daye.

Parlamenterê HDP’ê Kaçmaz bawer dike ku dewlet bi bizavên nehiqûqî tevdigere û bi lezûbez dixwaze ku li ser vê dozê biryara xwe bide.

“Li Tirkîyê hiqûq nemaye. Doza Kobanê jî niha di bin tixûbên hiqûqê de nameşe. Desthilatî û dewleta kûr dixwazin ku yekser vê dozê dawî bike û biryara cezakirinê bide. Li vê derê em dibînin ku hiqûqa navxweyî bi tevahî di bin perê sîyasetê de dimeşe.”

Di meha borî de HDP’ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dabû ku bila doza girtinê ya partîya wan piştî hilbijartinê were dîtin, lê, dadgehê ev yek red kiribû.

“Me bi zanabûn serî li Dadgeha Makezagonê da, lê me dizanîbû ku ewê red bikin. Li vê derê aramanca me ew bû ku bila gel jî bizanibe ku dedgeh çiqas di bin perê sîyaseta desthilatîyê de ye.”

Parêzer Mesut Ozer jî bawer dike ku biryarên ku di doza girtina HDP’ê de têne dayîn ji hiqûqê gelek dûr in.

“HDP partîya sisêyan ya li parlamento ye, lê cemidandina hesabên wê û doza girtina wê qet li gor rêbaza hiqûqê naçe. Wisa xuya dike ku ewê bi van bê hiqûqîyan HDP’ê bigirin.”

Doznameya girtina HDP’ê cara yekê di 17’ê Adara 2021’an de ji alîyê Serdozgerê Dadgeha Bilind ve hatibû amade kirin û Serdozgerîyê ev pêşkêşî Dadgeha Qanûna Bingehîn kiribû. Jiber hin kêmahîyan jî dadgehê ev dozname paşve şandibû û piştî nûkirina doznameyê Serdozgerê Dadgeha Bilind cara duyê doza girtina HDP’ê radestî Dadgeha Makezagonê kir.

Di 21’ê Hezîranê de jî ev dozmame ji alîyê Dadgeha Bilind ve hatibû pejirandin û di 5ê Rêbendana 2023’yan de hesabên HDP’ê hatibû cemidandin û çaverê ye ku dadgeh di demeke kin de ser vê dozê biryara xwe bide.

ED_02_02_2023_Huseyin_Kacmaz
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:26 0:00
XS
SM
MD
LG