Civîna hevbeş ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Partîya Çep ya Kesk destpê kir.
HDP û Partîya Çep ya Kesk vê civîna Koma Rêvebirina ya Navendî li merkeza HDP’ê li dar dixin.
Hevserokê HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û hevberdevkên Partîya Çep ya Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin jibo civînê seroktîyê dikin.
Jêderên her du partîyan dîyar dikin ku di civînê de ewê ser encamên hilbijartinê danûstandin çêbin û ewê guhertina rêvebirîya jî yek ji mijarên serekî be.
Çaverê ye bi vê civînê re demên civînên bi gel re û konferans jî dîyar bibin.
HDP jiber doza ser girtina wê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de ji lîsta Partîya Çep ya Kesk ketibû hilbijartinan.
Li ser encamên hilbijartinê rexneyên dijî HDP’ê û Partîya Çep ya Kesk berfireh dibin.
Hevserokên HDP’ê Buldan û Sancar gotibû ku ewê di rêvebirîya nû de jibo hevseroktîyê nebin berbijar.
Jêder: Ajansa Mezopotamya, VOA