Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP û Partîya Çep ya Kesk Dibêjin Ewê bi Gel re Bicivin


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Partîya Çep ya Kesk dê li bajar, bajarok, tax û gundan bi gel re bicive.

Ew civîn wê ji 17 heta 27’ê Hezîranê li dar kevin.

HDP û Partîya Çep ya Kesk wê xêncî civînên bi gel re, bi rêvebirîyên bajar û bajarokan re jî ser encamên hilbijartinê danûstandinan bikin.

Nûnerên rêxistinên civaka sîvîl, rêberên gel, parlamanter û rêvebirên partîyan jî dê li civînan bin.

HDP û Partîya Çep ya Kesk dîyar dikin ku civînên bi gel re ne li cîhên girtî, lê li qadên vekirî pêk werin.

Her du partî piştî civînên bi gel re dê dest bi xebatên konferansên navendî û herêmî bikin.

HDP, ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de ji lîsta Partîya Çep ya Kesk ketibû hilbijartinan, jiber encamên xirab rastî rexneyên tund tê.

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dibêjin ku ewê di dewra nû de jibo hevseroktîyê nebin berbijar.

Hevseroê berê yî HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, ku ji 2016’an vir ve li Girtîgeha Edîrne ye, piştî hilbijartinan gotibû ku ew êdî ji sîyaseta aktîf vedikişe.

Jêder: Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG