Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Dibêje Serdana Kilicdaroglu ya Roja Şemîyê Hate Paşxistin


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ragihand ku hevdîtina bi berbijarê Hevpeymanîya Netew, Kemal Kiliçdaroglu re, ku li ber bû roja Şemîyê pêk bihata, hate paşxistin.

HDP da zanîn ku hevdîtina plankirî jiber tijîbûna programa Kilidaroglu ji demeke din re hatiye paşxistin.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, piştî eşkerebûna berbijarîya rêberê CHP’ê Kilicdaroglu gotibû ku ew li navenda xwe ya giştî li benda seredana Kilicdaroglu wî ne.

Kilicdaroglu jî gotibû ku ewê bê guman here sardana hevserokên delal yên HDP’ê.

Gelek pispor bawer dikin ku biryara HDP’ê ya di hilbijartina serokomarîyê de wê dîyar bike ku kîjan berbijar serfiraz be.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Kiliçdaroglu kandîdê Hevpeymanîya Netew e ku ji CHP, Partîya Baş, Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA), Partîya Saadet, Partîya Siberojê û Partîya Demokrasî pêk tê.

Hevpeymanîya Gel jî ji Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP), Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) û Partîya Yekîtîya Mezin (BBP) pêk tê û berbijarê wê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan e.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi hin partîyên çep re di Hevpeymanîya Ked û Azadîyê de ye, lê hîn zelal nebûye ku ewê berbijarek derxe yan piştgirî bide Kilidcaroglu.

XS
SM
MD
LG