Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehkirina HDP'ê Ya Doza Kobanê Duşemê li Enqerê Destpê Dike


Endamên Meclisa HDPê
Endamên Meclisa HDPê

Doza Kobanê, ya ku di derheqê 108 rêveberên HDP'ê de hatîye vekirin, di roja Dûşemîyê (26 Avrêl 2021) de li Enqerê destpê dike.

Di vê darizandinê de bi Hevserokên HDP'ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ve Desteya Birêvebirina Merkezî (MYK) ya HDP'ê jî cî digrin.

HDP, vê dozê ji bo xwe wek qumpas dibîne û demeke dirêje ku ji bo parastinê jî amadekarî dike. Ji alîyê Navenda Giştî ya HDP'ê hate ragihandin ku 1200 parêzvan ji bo parastinê lisansa destûrê dane.

Tê dîyarkirin ku di darizandina roja Duşemîyê de 200 parêzvan wê di dadgehê de amadebin.

Parlementerê HDP'ê Tayîp Temel
Parlementerê HDP'ê Tayîp Temel

Di derbarê Doza Kobanê de parlementerê HDP'ê Tayîp Temel, ji bo Dengê Amerîkayê axivî.

Temel ragihand ku ev doz di serî de hata dawî dozeke siyasî ye û ne hiqûqî ye "Dewleta Tirkiyê li ber van bûyeran HDP’ê tewanbar dike. Lê rastî Netewa Yekbûyî banga lezgînî kiribû ku Kobanî nekeve. Ez li vê dere dipirsim, gelo li Başûrê Kurdistanê, li Qamişloyê bi hezaran kes derketin kolanan, bi fermana kê? Dîs li Almanya, Îtalya bi fermana kê? Ev însanan bi fermana HDP’ê derketin kolana? Na. Ji bo vî jî ev doz dozeke siyasî ye ne hiqûqî ye."

Di meha Cotmehê sala 2014 an de DAIŞ'ê dixwast ku Kobanîyê dagir bike. Ji bo ku Tirkiyê derîyê sinorên xwe veke û alîkarî nede DAIŞ'ê li Tirkiyê hin çalakîyên protestoyê hatin çêkirin.

Di van çalakîyan de hin kes jiyana xwe ji dest dan û hin kes jî birîndar bûn. Piştî van çalakîyan 6 sal şunde rayedarên Tirkiyê ji bûyerên ku qewimîn HDP tewanbarkirin. Li ser 108 karbidestên HDP'ê ji alîyê 22'emîn Dadgeha Cezaya Giran ve bi navê "Doza Kobanî", ji 3 hezar 530 rûpelan doznameyeke hate amadekirin. Ev doz jî di roja Dûşemîyê de dê bê çêkirin.

Raporta Enqerê 25 04 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:45 0:00

XS
SM
MD
LG