Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldan û Sancar Daxwaza Çereserkirina Pirsgirêka Kurd Dikin


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Enqerê Konferansa Mezin ya 4’an ya li dar xist û hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar beşdar bûn.

Her du hevserokan di axaftina xwe de banga çareserkirina pirsgirêka Kurd kirin.

Di 3 Tîrmehê de li Enqerê dê Kongreya Asayî ya HDP’ê ya 5’an were çêkirin. Berî vî HDP’ê Konferansa Mezin ya 4’an roja Duşemê destpê kir û îro jî dawî bû.

Di konferansê de li ser stratejîya HDP’ê ya nû hate sekinîn. Li gorî vî jî HDP hem di hilbijartinê de helwesta ku derxîne pêş ser sekinî û hem jî amadekarîyê Kongreya 5’an ya Asayî zelal kirin.

Di konferansê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bal kişand ku îtifaqa ku di navbera AKP-MHP’ê hatîye çêkirin pirsgirêka Kurd berbi înkarkirinê ve dibe. Buldan li ser çereserkirina vê meselê jî rawestî û hestê xwe wiha anî ziman:

“Jibo aştîyê û dîyalogê pêwîste ku derkê Îmralîyê were vekirin. Heke li Tirkiyê tê xwastin pêk ve were jiyandin lazime ku pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Jibo aşitîyê li gel birêz Ocalan rola nîqaşkirinê girîng e. Jibo ku birêz Ocalan rola xwe bilîze pêdivî ye ku pêşîya wî were vekirin. Di nav salên 2011-2015’an de gavên aştîyê hatin avêtin. Gava li Îmraliyê tecrîd destpê kir her tişt dawî lê hat.”

Di konferensê de girtina HDP’ê û hilbijartin jî cîyekî girîng girt. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li ser ewlekarîya hilbijartinê û doza HDP’ê rawestîya. Sancar dîyar kir ku pêkan nîne ku HDP were girtin û ewê di himbijartinê de serkeftineke mezin bi dest bixin. Sancar got:

“Li ser partîya me her cûre çavtirsandin tê meşandin. Lê disa jî HDP li ser pîyên xwe disekine. HDP partîya gelan e û hêza xwe jî ji gel distîne. Bila her kes baş bizanibe ku kes nikare HDP’ê bigre û hêza kesî jî pê nikare. HDP wê bikeve hilbijartinê û bi hêzeke mezin jî wê serketî be.”

Hevserokê HDP’ê Sancar di qisedana xwe de li ser îtifaqan jî rawestîya. Sancar Îtifaqa Gel û Îtifaqa Milet pêk ve rexne kir.

“Hin drdor bê HDP’ê hin hesaban dikin. HDP rastîya gel e, HDP nebe ti kesek jî nikare gaveke erênî bavêje. Em li vê derê dibêjin wê him desthilatî here û him jî ev sazûman wê rast bibe. Di sazkirina werçerxa pêşîya me de HDP wê bibe aktorê sereke,” Sancar got.

ED_07_06_2022_Buldan_Sancar
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00

XS
SM
MD
LG