Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP jibo Hilbjartinên Herêmî Banga Rêkeftina Partiyên Kurdistanî Dike


Roja Şemiyê komxebata rêvebiriya herêmî, roja Yekşemê jî civina rêvebiriya navendî ya HDPê li Amedê lidarket.

Di herdû civînan de jî hat destnîşankirin HDP xebatên jibo hilbijartina herêmî li Amedê dide destpêkirin.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan di axaftina xwe de anî ziman ku "AKP dixwaze HDP di hilbijartina heremî de têk here. Lê bi xebatek baş ewê biser bikevin û şaredariyan ji destê qayûman bigrin."

Hevseroka HDPê di gotara xwe de banga tifaqê li partiyên siyasî yên Kurdîstanî kir.

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî jî got "heta pirsgirêka Kurd çareser nebe tu pirsgirêkek li Tirkiyê çareser nabe."

Siyasetvanê Kurd Ahmet Turk, li ser navê şaredarên DBPê yên ku qayûm hatine kirin axivî.

Wî şîret li partiya xwe kirin ku dema amadekirina nexşerêya xwe de goh bidin dexwazên gel. Ku di nav gel de şikestin çêbe dê bibe egera têkçûnê.

Hûn dikarin agahiyên zêdetir li ser gotarên hevserokên HDPê herwiha hizrên Ahmet Turk li ser fayla deng guhdar bikin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:18 0:00

XS
SM
MD
LG