Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan îro Înê li Amedê, Deklarasyona Newrozê ya 2023’yan ragihand.
Newroza îsal wê jiber erdhejên 6’ê Sibatê û qurbanîyên zêde dê wek cejin neyê pîroz kirin.
Buldan di deklarasyonê de dîyar kir ku Newroz îsal her çiqas li gor şîngerandinê be jî, ewê daxwazên hevbeş yên gelên xwe ragihînin.
‘’Di Newrozê de gel dê ji îqtidara re bibêje ku dema te tije bû êdî, gelên Tirkîyê guherînê dixwazin’. Desthilat wê îsal di Newrozê de çûyîna xwe bibîne."
HDP û alîgirên wê îsal dê li 43 bajar û bajarokan Newrozê pîroz bikin.
Pîrozbahîyên Newrozê dê di 15’ê Adarê de li Şemzînan ya Colemêrgê destpê bikin.
Newroza Amedê, ku bi sed hezaran kes beşdarîyê lê dikin, dê di 21’ê Adarê de were pîroz kirin.
Jêder: HDP