Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterên HDP'ê li Enqerê bo Ocalan Dimeşin 


Parlamenterên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bo balê bikişînin ser rewşa rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan ber bi Wezareta Dadê ya Tirkîyê ve meşîn.

Wan parlamanteran bi pankartên dijî tecrîdê fikarên xwe yên ser jîyana Ocalan daxuyanîyek da û got ku tecrîd mirin e û heta ew encamekê bigirin, ewê têkoşîna xwe bidomînin.

HDP dîyar dike ku Ocalan li Girtîgeha Îmralîyê ya tîpa F ya bi Ewlekarîya Bilind di şertên dijwar de dijî.

Li gor rêvebirên HDP'ê, Ocalan herî dawî di 25'ê Adara 2021'an de bi rêka telefonê axifîye û ji wê çaxê vir ve ji wî ti agahî nehatiye sitandin.

Hêjayî bîrxistinê ye, hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş bo Ocalan re bicive serî li Wezareta Dadê dabû, lê wezaretê heta niha ti bersîv nedaye.

XS
SM
MD
LG