Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamentera HDP’ê Başaran Daxwaza Rakirina Tecrîda Ser Ocalan Dike


Berdevka Meclîsa Jinê ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP)’ê Ayşe Acar Başaran îro li navenda Partîya xwe preskonferansek li dar xist û ser rewşa rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan peyîvî.

Başaran got ku pêşî li Îmrali, li ser Ocalan tecrîd destpê kir û niha jî ev tecrîd li tevahîya girtîgehên Tirkîyê belav bûne.

“Li Tirkîyê sîstema hiqûqê ya rewestandî heye. Netewî an jî navnetewî ti normeke hiqûqê nayê bikaranîn. Aniha li Îmrali li ser birêz Ocalan sistemeke tecrîdê destpê kir û li tevahîya girtîgehên Tirkîyê jî belav bû. Li vê derê bangî karbidestan dikim, bila tecrîda ser birêz Ocalan demûdest rakin.”

Tecrîda ser Ocalan, ev 20 roj in ku ji alîyê parlamenterên HDP’ê di nav parlamentoyê de bi çalakîya “Nobeta Dadê” tê meşandin.

Îro Cîgirê Gruba HDP’ê Meral Daniş Beştaş û nêzîkî 15 parlamenterên HDP’ê bi daxuyanîyekê rakirina tecrîda ser Ocalan xwestin.

Berdevka Meclîsa Jinê Başaran, di daxuyanîya xwe de li ser kuştina Hirant Dînk, pirsgirêkên ser jinan, êrîşên ser Kurdan, tecrîta ser rêberê PKK Abdullah Ocalan û gelek babetên din rawestîya.

Başaran ragihand ku piştî rakirina Paymena Stenbolê li ser jinan tundîya zilaman zêdetir bûye.

“Heke em behs nekin, desthilatî tundîya ser jinan vedişêre. Tenê di sala 2022’yan de 334 jin ji alîyê zilaman ve hatine kuştin û 245 jin jî bi gumanbarî kuştî hatine dîtin. Lê desthilatî wan kiryarana qet nabîne.”

Başaran îdia kir ku mafên jinan li girtîgehan tên binpê kirin û ew rastî reftarên wek lêgerîna rût û haqaretan tên.

Başaran di axaftina xwe de ser sîyasetvana Kurd Ayşe Gokkan jî rawestîya û got ku Gokhan rûmeta vî welatî ye.

“Derheqa wê 30 sal ceza hate dayîn, lê piştî ku ev ceza hate xirab kirin, wê xwest ku li dadgehê parastina we bike, lê dadgehê destûr neda. Hevala me Gokkan jî xwest li ser SEGBÎS’ê parastina xwe Kurdî bike, lê dîsa destûr nedan wê.”

Demezirîner û rêberê PKKê Ocalan ji sala 1999’an heta vê demê, 24 sal in ku li Girava Îmralî zindankirî ye.

Ocalan di nav van deman de rastî gelek tecrîdan hatiye û herî dawî malbata Ocalan di 3ê Adarê 2020’an da hevdîtina rûbirû çêkiribû.

Ocalan di 25 Adarê 2021’an de jî li ser telefonê bi malbatê re peyîvîbû, lê ji wê dema heta niha malbat û parêzerên wî ti peywendî bi Ocalan re çênekiriye.

ED_19_01_2022_Ayşe_Acar_Başaran_Ocalan
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:01 0:00
XS
SM
MD
LG