Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Operasyona Tirkîyê ya li Herêma Kurdistanê Rexne Dike


Endamên HDP'ê daxwaza aştîyê dikin (Arşîv)
Endamên HDP'ê daxwaza aştîyê dikin (Arşîv)

Wezareta Berevanî ya Tirkîyê di 17’ê Avrêlê de ragihandibû ku hêzên wan li hemberî PKK’ê bi navê “Pençe-Kilît” operasyoneke leşkerî li hindurê axa Îraqê dane destpê kirin.

Wezîrê Berevanîyê Hulusî Akar di destpêka operasyonê de ragihandibû ku 17 çekdarên PKKê hatine kuştin û piştî sê rojan jî gotibû ku ew hejmar bûye 30.

Baskê leşkerî yê PKK, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) jî ragihandibû ku hêzên wê 28 leşkerên Tirk kuştine û 9 leşkerên din jî birîndar kirine.

Ev operasyon di nav sîyasete Tirkîyê de jî bû sedemeke gengeşîyan. Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu li ser Twiteer’ê piştgirî da operasyonê.

“Li Bakurê Îraqê di operasyona Pençe-Kilît de, duayên me jibo leşkerên me yên qehraman in. Xudê di vê meha pîroz de kevir li lingên leşkerê me nede.”

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay jî bersîva Kiliçdaroglu da û ew rexne kir.

“Erdogan li ser dijmintîya Kurd dixwaze hemû opozîsyonê bine ser xeta xwe. Bi vê operasyonê dixwaze hemû tiştê ku kirîye legalîze bike. Ka li bertêka serokê opozîsyonê temaşe bikin. Gelo hun pirsgirêka Kurd wiha çareser dikin?”

Parlamanterê HDP’ê Îmam Taşçier jî ji Dengê Amerîka re got ku operasyona Pençe-Kilît wê ti encam dernexe.

“Berî desthilatîya AKP’ê jî gelek hikûmetên ku hatibûn ser kar bi operasyona xwestin encam bigirin, lê ti encam derneket. Heta ku pirsa Kurd neyê çareser kirin dem dem wê şer, qeyran, rapêrîn çêbin.”

Taşçier sîyaseta hikûmetên Tirkîyê rexne kir ku sed sal in kiryarên bê encamp têne dubare kirin.

“Çareserkirina pirsa Kurdî bi naskirina mafê Kurdan, misogerkirina satatûya Kurdan pêkan e. Mixabîn aqilê dewleta Tirk xencî êrîşan, kuştinan tiştekî din nake. Operasyonên berê çawa krîza heyî kûr kirin, ev operasyon jî dê qeyranê zêdetir bike.”

ED_21_04_2022_Taşçier_Operasyon
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:14 0:00
XS
SM
MD
LG