Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Protestoya Serdegirtin û Desteserkirinên li 11 Bajaran


HDP protest in Istanbulv

Îro dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komela Şopandina Koçberîyê (GOÇ-ÎZ-DER) li 11 bajarên Tirkîyê ji alîyê polîsan ve serdegirtinên berfireh pêk hatin.

Di seatên serê sibe de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîyên Komarê yên Tekîrdag û Stenbolê de polîsan li Bursa, Çanakkale, Edîrne, Stenbol, Îzmîr, Kirklarelî Manîsa, Mugla, Tekîrdag, û li bajarên Kurdan Wan, Mêrdîn û Çewlig’ê serdegirtinên hevdem pêk anîn.

Herwiha di heman demê de polîsan li ser malên gelek sîyasetvan, rêvebir û endamên HDP’ê, HDK’ê û GOÇ-ÎZ-DER’ê de jî girtin û li gor pêzanînên dawî herî kêm 28 kes hatin desteserkirin.

Li ser vê mijarê li Stenbolê ji alîyê HDK, HDP, Partîya Şoreşger û Partîya Sosyalîst ya Bindestan (ESP) daxuyanîyeke hevpar li ber avahîya Giştî ya HDK’ê hat dayîn.

Li vir di daxuyanîya hevpar de hat dîyar kirin ku "Serdegirtin, desteserkirin û girtin nikarin me bitirsînin, em bi hev re HDK'ê diparêzin" hat gotin.

Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr li vir dîyar kir ku bi awayekî mafyawarî û dijî hiqûqê derîyê avahîya HDK’ê hatiye şikandin.

“Di dewleta mafya ya AKP û MHP’ê de hiqûq ne derbazdar e. HDK ti carî dest ji paradîgmaya xwe ya azadîxwaz û demokratîk bernade. Kongreya me yek ji navendên hevpar a têkoşînê ye ku li Tirkîyê rê li ber sîyaseta demokratîk vedike. Hemî gel, bawerî, hemî kesên ku têkoşîna ekolojîk dimeşînin, yên têkoşîna jinê, yên ku mafên kedê diparêzin wê di nava HDK'ê de têkoşîna demokrasî û wekhevîyê ya li Tirkîyê bidomînin." Wê got.

Herwiha Demîr di berdewamîya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku HDP û GOÇ-İZ-DER jiber ku pirsgirêkên penaberan dike rojev dibe armanca zextan.

Parlamenterê HDP'ê yê Wan’ê Sezaî Temellî jî li vir axifî û destnîşan kir ku ev êrîş û desteserkirin weke dewama Rewşa Awarte (OHAL) ye.

“Rewşa Awarte jibo tinekirina sîyaseta demokratîk a Tirkîyê hat meşandin û ji wî demî û vir ve êrîşên bi vî rengî û rêbazên desteserkirinê dewam dikin. Yekane rêya ku desthilata tinebûyî ser pîyan dihêle Rewşa Awarte û ev polîtîkayên şer in.”

Li alîyekî din ve jî nûnerên Partîya Şoreşger û ESP’ê jî axaftin kirin û anîn ziman û gotin ku ev êrîş dijî kesên ku aştî û demoksîyê dixwazin hatiye kirin û wan peyamên tekoşîna hevpar û peyamên piştgirîya HDK, HDP’ê û GOÇ-ÎZ-DER’ê dan.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:26 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG