Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Temel Karamollaoglu: Em li Dijî Girtina Partîya Ne


Temel Karamolloglu di serdana Diyarbekirê de
Temel Karamolloglu di serdana Diyarbekirê de

Serokê Giştî ya Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu, roja Şemîyê jibo 7emîn Kongreya asan ya partîya xwe li Diyarbekirê bû.

Temel Karamollaoglu di gotara xwe de li ser pirsgirêka kurd, doza girtina HDPê herwiha tayînkirina qayûman axivî. Wê got ''Pirsgirêka herî girîng ya Tirkîye, pirsgirêka Kurd e. Jibo çareserîya vê pirsê divê têgîştina heyî were guhertin, jibo wê jî pêdivî bi edaletê heye''.

Serokê Partîya Saadetê anî ziman jibo guhertina têgiştîna serdest divê serokên sîyasî hay ji gotinên xwe hebin ka çi gotin ji devê wan dertê.

''Ger hun jibo kesên li hemberî we bejin xayin li wir muzakere çênabe. Mirov di raman û hizr û bawerîyên xwe de azad in, ev azadî jî divê bi edaletê werin parastin, jiber ku ev esasê bawerîya me ye.''

Karamollaoglu derbarê doza girtina HDPê jî got, ew weke pirensîb li dijî girtina partîya ne.

Karamollaoglu weha dewam kir û got "Em weke prensîb li dijî girtina partîyan in. Tevgera Nêrîna Mîllî herî zêde diji girtina partîyan zirarê dît. Çar partîyên me bi egerên cuda hatin girtin. Lê hizr û rêgezên me yên bingehîn de tu guhertinek çênebû û em rêwîtîya xwe didomînin.''

''Ger hûn di welatek de itibara xwe bi tercîhê gel neynin, bi zanebûn an nezanî dubendîyê geş bikin, wê demê cûdadîtyan jî kûrtir dikin."

Karamollaoglu anî ziman ku ew bi temamî li dijî tûndîyê ne jî. Herwiha îfade kir bi şîdetê tu pirsgirêk çareser nabin, ev dibe sedema pirsgirêkên nû.

''Ger vê rastîyê îdrak nekin, dê bikevin dereca zaliman. Em çareserîyê di regezên bi gef û şiddet û zextan de nabînin, çareserî di dîyakogê da ye.''

Temel Karamollaoglu di gotara Diyarbekir de rexne li sistema qayûman jî kirin.

''Li cîyê ku hilbijartin tên kirin, bêyî palpiştek hiqûqî hilbijartinê betal dikin û qayuman tayîn dikin. Ger sûcek hebe divê ew hilbijartin jî were betalkirin. Hûn nikarin bajarek pênc salan bi qayûman birêvebibin, ev xeletî ye. Ev kirin dijayetîya dengdêrên wê deverê û mezinkirina opozîsyonê ye.''

Temel Karamolloglu li Diyarbekirê bû 27 06 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:29 0:00

XS
SM
MD
LG