Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP’ê Piştî Kongreya Mezin Rêvbirîya Xwe ya Nû Dîyar Kir


Pîştî Kongreya Asayî ya 5’an ya HDP’ê, Meclîsa Jinê û Meclîsa Partîyê ya HDP’ê li Enqerê cîvî ku rêvebirîya nû ya Desteya Rêvebirîya Navendî (MYK) dîyar bike.

Di civîna Meclîsa Jinê de parlamenter Ayşe Acar Başaran careke din wek Berdekva Meclîsa Jinê ya HDP’ê hate hilbijartin.

“Gelê me hemî astengîyên ku li pêşîya me hatin danan, di kongreya 5an de tevahî vala derxistin. Em di vê kongreyê de bi hêzeke mezin bi ser ketin. Ev yek jî partîya me HDP’ê li Tirkîyê di warê çereserkirina pirsgirêkan de girîngtir dike,” Başaran, piştî civînê ji Dengê Amerîka re got.

Meclîsa Partîyê herwhia Desteya Rêvebirîya Navendî, ku ji 29 kesan pêk tê, dîyar kir. Di nav 29 kesan de 16 kes cara yekê ketin nav vê rêvebirîyê û 14 kes jî careke din di rêvebirîyê de cî girtin:

26 kesên ku nû di vê rêvebirîyê de cî digrin: Cîhan Aydin, Dersîm Dag, Omer Ocalan, Pero Dundar, Elîf Bulut, Ridvan Turan, Emîralî Turkmen, Serhat Eren, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hatîce Akdag, Hîşyar Ozsoy, Îdîl Ugurlu, Mehmet Ruştî Tiryakî, Turgut Oker û Murat Çepnî.

14 kesên ku di dema berê de jî cî gitibûn wihane: Nacî Sonmez, Samet Menguç, Feleknas Uca, Ebrû Gunay, Ozlem Gunduz, Dogan Erbaş, Sultan Ozcan, Şazîye Kose, Tayîp Temel, Tulay Hatîmogulları, Turgut Çatar, Musa Pîroglu, Mahfuz Guleryuz û Tuncer Bakirhan.

HDP’ê dixwaze ku di nav sîyaseta Tirkiyê de rola xwe bilîze. Di vî warî de Başaran got ku bê HDP’ê ne pêkan e ku li Tirkiyê sîyaseta serkeftî pêk were.

“Li ser partîya me tundîyên ku hatin kirin, heke kijan partî ba zû de xilas bûbû. Lê em ji kongreye xwe bi hêzeke mezin derketin. Me rêvebirîya xwe ya nû jî hilbijart. Ez dikarim bibêjim ku em jibo çareserkirina hemû pirsgirêkan amade ne. Bê HDP’ê, peşxistina demokrasî û çareserkirina pirsgirêkên Tirkîyê ne pêkan e.”

Başaran HDP wek partîyeke jinê bi nav kir û got ku navnîşana çareserîya pirsgirêka jinê jî HDP’ye.

“HDP’ê herî zêde bi rengê jinê derdikeve pêş û partîyek jinê ye. Heke di civake ke de jin azad nebe, ne pêkan e ku ew civak bibe azad. Loma jî ji me re ramana jinê, hêz û bi rêxistinbûna wê tiştê herî girîng e.”

ED_19_07_2022_Ayşe_Acar_Başaran
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:26 0:00
XS
SM
MD
LG