Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP’ê Daxwaza AKP’ê ya Hevdîtinê Çima Red Kir?


Cîgirê Serokê Gruba Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Saruhan Oluç li parlamana Tirkîyê di preskonferansê de ragihand ku rêvebirîya Gruba AKP'ê jibo guhertina Qanûna Bingehîn ji wan daxwaza randevuyekê kiriye û wan jî ew red kirîye.

Cara yekê di destpêka meha Mijdara 2022'yan de Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) li ser bingehan dersokê jibo guhertina Qanûna Bingehîn bi HDP'ê re hevdîtinek kiribû û ew .

Ev hevdîtina HDP'ê di nav partîyên opozîsyonê de jî bûn sedema rexne û gotûbêjan.

Lê Gruba AKP ya Meclîsê jibo cara duyê hevdîtinê jî rêvebirîya gruba HDP'ê jibo roja Çarşemê randevu xwest, lê HDP'ê vê carê ew yek red kir.

Cîgirê Serokê Gruba HDP'ê Saruhan Oluç got ku hemberî HDP’ê wek tolhildan doza girtinê didome.

“Herî dawî mafê partîya me yê makezagonî yê alîkarîya xezîneyê hate cemidandin. Ew hemû ji alîyê hêza desthilatîyê ve hatine kirin. Bandora desthilata sîyasî bi awayekî giran li ser Dadgeha Makezagonê heye. Jiber vê jî partîya me biryar girt ku bi Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) hevdîtin çênekin.”

Jiber vê redkirinê, bersîva AKP'ê jî dereng nema û Cîgira Serokê Gruba AKP'ê Ozlem Zengîn got ku divê HDP nedana randevuyê wek amûreke sîyasî bi kar neyîne.

"Jibo Tirkîyê pêngaveke girîn tê avêtin. Ez bawer im ku hilbijêrên HDP'ê jî girîngîyê didin vê yekê. Dersok pirsgirêka hemû jinan e, heta pirsgirêka zilaman e jî. Mijareke girîng e. Li ser vê mijarê hevdîtin jibo Tirkîyê girîng e.”

Hêjayî balkişandinê ye ku ger AKP û MHP ji partîyên din yên li meclîsê piştgirî negirin, bi tena serê xwe nikarin Makezagonê biguherînin.

ED_01_10_2023_AKP_HDP_Radevu
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:58 0:00

XS
SM
MD
LG