Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevka HDP'ê Gunay: Emê Hemberî Çeteyan Bejna Xwe Netewînin


Ebru
Ebru

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) di 9 Cotmehê de li herêma Kurdan û bajarên Tirkîyê jimareke çalakî li dar xistin, lê ewçalakî rastî astengkirina hêzên ewlekarîyê hatin.

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay li ser van êrîşan li navenda giştî ya partîya xwe pereskonferansek çekir û ew êrîş bi tundî şermezar kir.

“Me di dema berê de jî bejna xwe li hemberi çeteyên we netewand emê ji vê şûndatir jî netewînin.”

Rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan di 9 Cotmehê 1998’an de bi alîkarîya hêzên navnetewî ji Sûrîyê hatibû derxistin û di 14ê Şubata 1999’an de radestî Tirkîyê hatibû kirin.

HDP’ê, jiber vê rojê xwest ku çalakîyan li dar bixe, lê hêzên dewletê destûr neda wê. Di çalakîya Geverê de parlementerê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk bû armanca lêdana polîsan û lingê wî hate şikandin.

“Ev êrîşana li ser HDP’ê nehatin kirin, li ser gelê Kurd hatin kirin. Armanca wan ew e ku çav; Kurdan û çavên hemû gelan bitirsînin,” Gunay got.

Berdevka HDP’ê bi bîr xist ku dewletê demek e dirêj e ku destûr nade Ocalan ku bi malbat û parêzvanê wî hevdîtinê bike.

Gunay got ku tecrîta ser Ocalan tecrîda ser gelê Kurd e.

“Çalakîyên li hemberî tecrîdê ne dijî zagon û makezagonê ne. A rastî ev çalakî li hemberî binpêkirana hiqûqê bertêk dayîn e. Yên ku xwe kirine pişt tecrîdê xirabîya herî mezin dane vî welatî. Tecrîda ku niha li Îmralî heye li ser gelê Kurd û gelê Tirk e. Ev êrîş bi destê Wezîrê Navxweyî têne çêkirin.”

Gunay qurbanîyên êrîşa terorîstî ya 10’ê Cotmeha 2015’an ya li taxa Gara Enqerê jî bir bîr anî ku 103 kes di êrîşa DAIŞ’ê de hatibûn kuştin.

“Di 10’ê Cotmehê de komkujîyek mezin hate çêkirin. Lê, ji alîyê desthilatîyê ve berpirsên vê komkujîyê nehatin ceza kirin û serê wê bûyerê hate girtin.”

ED_11_10_2022_Ebru_Gunay_HDP
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:56 0:00

XS
SM
MD
LG