Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP jibo Hevdîtina bi Ocalan re Serî li Wezareta Dadê Dide


HDP Flags
HDP Flags

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, li navenda partîya xwe preskonferansek duriskir. Gunay dîyar kir ku jibo ku bi Rêberê PKK Abdullah Ocalan re hevdîtin çêbikin serî li Wezareta Dadê dane.

“Dema ku bi birêz Ocalan re hevdîtin diha çêkirin rêya aşitîyê û dîyalogê vebûbû. Li vê derê banga me ewe ku Wezareta Dadê bersîveke erênî bide vê serîlêdana me.”

Berdevka HDP’ê Gunay, li ser hevdîtina li gel Ocalan, pirsgirêka Kurd, bikaranîna çekên kîmyayî, êrîşên li ser Kurdên Bakûrê Sûrîyê, qeyrana aborîya Tirkîyê, û karesata Bartin Amasrayê rawestîya.

Gunay got ku heyata ku ji çar kesan pêk hatiye; Hevserokên HDP’ê Mîthat Sancar, Pervîn Buldan, parlementerê HDP’ê Omer Ocalan û ew bi xwe, jibo hevdîtina bi Ocalan re serî li Wezareta Dadê daye.

Gunay li ser sedama vê hevdîtinê jî nêrînê xwe bi bîragiştî re parve kir.

“Li hemberî polîtîkayên şer em dixwazin çareseriyê nîqaş bikin. Em dixwazin ku pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk çawa dê bê çareserkirin nîqaş bikin. Lewma îro Hevserokên me yên Giştî Pervîn Buldan Mîthat Sancar, endamê MYK’ya me Omer Ocalan û min ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re serî li Wezareta Dadê da. Em bangewazî dikin ku vê daxwaza me erênî bibersivînin. Em dizanin ku dema Ocalan di dewreyê de be li Tirkiyeyê hêviya çareseriyê mezin dibe. Em dixwazin cardin bi birêz Ocalan re hevdîtin bikin.”

Gunay li ser pirsgirêka Kurd jî rawestîya û amaje kir ku desthilatîya AKP û MHP’ê nahêle ku çaraserî were. Gunay jibo çareserkirina vê meselê car din navnîşan Ocalan dîyar kir û hestê xwe wiha anî ziman:

“AKP-MHP desthilatdariya şer dixwaze ku bi şer vê desthilatiyê bidomîne. Zihniyeta ku pirsgirêka Kurd çareser nake û înkar dike li her derê li hemberî Kurdan êrişên mezin dimeşîne. Birêz Ocalan her tim ji bo çareserî û aştiyeke mayînde xebatên xwe domand, pêşniyazên xwe yên çareseriyê hem bi raya giştî re hem di dema hevdîtinan de bi muxatabên eleqeder re parve kir.”

Berdevka HDP’ê Gunay, di qisedana xwe de li ser bikaranîna çekên kîmyayî jî rawestîya. Gunay dîyar kirin ku di dîmenan de mezinahîya êrîşa kîmyayî her tiştî baş derdixe holê. Guna ev yek wek sûcê şer nîşan da û cî da van gotinan:

“Li herêma Kurdistanê Tirkîye bê rawestîn êrîşan dike. Di van rojên dawî de li gorî hin pezanînan êrîşeke bi çekên kîmyayî hatiye kirin. Herî dawî dîmenên ku hatine weşandin de giranîya êrîşên kîmyayî derket holê. Pêwîst e ku desthilatî di vî warî de daxuyanîyê bide û ji vê bizava suç dest berde.”

Li ser bikaranîna çekên kîmyayî ji alîyê hikûmetê ve jî daxuyanî hatin. Wezareta Bergirîya Netewî ya Tirkîyê li hemberî çekdarên PKK’ê bikaranîna çekên kîmyayî derewand.

Wezaretê di daxuyanîya xwe de wiha got, “Angaştên ku tên kirin di binî de heta serî ne rast in.”

Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk jî daxuyanîyek da û got, “Yên ku Hêzên Çekdar yên Tirk bi bikaranîna çekên kîmyayî sûcdar dikin, parçeyek ji tora îftîrayê ne.”

ED_21_10_2022_Ebru_Gunay_HDP
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:26 0:00

XS
SM
MD
LG