Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Mîthat Sancar di komcivîna partîya xwe de ragihand ku ewê biryara xwe ya ser hilbijartinê roja Pêncşemê ragihînin.
Sancar dîyar kir ku biryara wan dê bernameya çareserîya demokratîk ya Tirkîyê be.
‘’Bernameya me wê jibo rojên ronî be, bernameya wan azadîyên ku gelên me li bendê ne û jibo aştî û dadmendîyê be.’’
Sancar got ku ew dixwazin di sedsala duyê ya Tirkîyê de aştîyê bînin welêt.
Hevserokê HDP’ê dîyar kir ku ew dixwazin li Tirkîyê wekhevîyê bi awayekî qanûnî mayînde bikin.
Sancar dîyar kir ku ewê jibo guherînê, berê desthilatê ji kûrsîya wê gêr kin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku HDP’ê jibo serokomarîyê berbijar dernexist, lê çaverê yê ew bang li hilbijêrên xwe bike ku piştgirîya berbijarê Hevpeymanîya Netew, Kemal Kiliçdaroglu bikin.
Jêder: HDP, Twitter