Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanter​​​​​ê HDP'ê Kaçmaz: Jiber Êrîşên Dronî yên Tirkîyê 8 Zarok li Sûrîyê Hatin Kuştin


HDP Deputy Huseyin Kacmaz holding the photos of the teenagers killed in Turkish airstrikes
HDP Deputy Huseyin Kacmaz holding the photos of the teenagers killed in Turkish airstrikes

Parlamanter û Hevserokê Komîsyona Zarokan ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Huseyîn Kaçmaz di preskonferansekê de got ku di van du mehên dawî de bi êrîşên dronî de 8 zarok li Rojava hatine kuştin , 11 zarok jî birîndar bûne.”

Balefira Bêmirov ya Çekdar (SÎHA), ku ji alîyê Tirkîyê ve hatine çêkirin, di van demên dawî de li heremên Kurdan gelek êrîşên esmanî pêk anîne.

Kaçmaz li ser van êrîşan daxuyand ku hejmarên van êrîşên esmanî her ku diçe zêde dibe.

“Di 2’ê Tebaxê li Til Rifat Fehîme Reşo, di 18’ê heman mehê de li Hesekê-Til Temîr gundê Şemoka Ranîye Eta, Zozan Zedan, Dîlan Izedîn û Dîyane Elo, di 16’ê Tebaxê de li Qamişlo Ehmed Elî Hisên û Aheng Ekrem Hisên, heman roj li Kobanê gundê Zorava Ebid Mihemed Heci jîyana xwe ji dest dane.

Kaçmaz xuya kir ku êrîşên ku hatine çêkirin hîç sînoreke nanase, di nav vanan de cîyê ku di bin kontrola Netewên Yekbûyî (NY) de ne jî rastî êrîşa hatîye.

Di demên dawî de di hilcivîna Tehranê de Îran, Tirkîye û Rûsya civîyabûn. Di 5 Gelawêjê de jî li Rûsyayê bajarê Soçî Pûtîn û Erdogan civîyabûn. Kaçmaz amaje dike ku piştî van hevdîtinan di êrîşên Tirkîyê yê SÎHA’yan de zêdebûnek çêbûye. Ew vê yekê wiha radigîhîne:

“Piştî hicivîna Tehran û Soçî AKP’ê li Rojava gelek êrîş çêkirin. Di destpêka Gelawêjê de heta niha gelek jin û zarok di êrîşên esmanî de hatin kuştin û bêtirî wan jî hatin birîndar kirin. Di van êrîşan de 8 zarok hatin kuştin û 11 zarok jî hatin birîndar kirin. Ev pêzanînan hem ji alîyê çavkanîyên herêmî û hem jî ji alîyên bîragiştî ve jî hatine piştrast kirin.”

Di van êrîşên esmanî de ji alîyê Tirkîyê ve heta niha daxuyanîyeke fermî nehatiye dayîn.

Kaçmaz, hemberî helwesta dewleta Tirkîyê bertêk nîşan da û bêdengîya Netewên Yekbûyî jî bi tundî rexne kir.

“Li vê derê dijmintîyeke li ser Kurdan tê çêkirin. Yên ku dimirin zarokên Kurdan in û dawî li jîyana wan tên anîn.

Mixabîn li hemberî van kuştina bêdengîyek heye. Tirkîye ser van kuştina digre, lê Netewên Yekbûyî jî heta niha hîç bertêkek nîşan nedaye.”

ED_25_08_2022_Huseyin_Kaçmaz
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:04 0:00
XS
SM
MD
LG