Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amedê HDPê Cezakirina Demirtaş Şermezar Dike


Partiya Demokratîk ya Gelan HDP li Amedê li dijî cezakirina Selahattîn Demirtaş û Sirri Sureya Onder daxuyaniyek da û bryarê şermezar kir.

Hevserokê HDP'a Amedê Şerîf Camcî daxuyaniyê xwend û got ev biryareke sîyasî ye û li dijî aşitiyê û jibo israra şer e.

"Tirkiye jibo aşitiya Surî roleke pêşeng daye pêş xwe lê ew gelên Tirkiye layiqê aşitiyê nabînin" got Camcî.

Wî got ew dixwazin bibîrbixin ku pênc sal berê jibo çareseriya pirsa Kurd gavên ku hatin avêtin ne jibo aşitiyê bû jibo çi bû?

Herwisa got bi hewildanên hikumetê hêviyên jibo aşitiyê li her der hat geşkirin.

"Bi destê hikumetê heyetên mirovên aqilmend hatin damezrandin li heft heremên Tirkiyê bi gel re civinan kirin. Dîsa bi destûr û dexwaza hikumetê digel wezifedarên dewletê şandeyên Kurd hem çûn Qendilê hem jî girava İmraliyê. Gelo ev pêvajo li ber çavê gel nehat domandin?"

Wî got wekîlê partiya wan di wê prosê de erka xwe bicî anîn lê neha cezakirin wan hilweşandina dexwaza aşitiyê ye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Dadgeha Cezayê Giran ya 26’an ya Stenbolê jiber axaftina Demirtaş û Onder ya Newroza 2013'an li Stembolê, bi tawanên terorîzmê, cezayê 4 sal û 8 meh girtîgehê li sîyasetvanê Kurd Selahattîn Demîrtaş birî.

Dadgehê ji parlamenterê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder re jî, bi heman tawanan 3 sal û 5 meh cezayê zindanê birî.

Hun dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:24 0:00

XS
SM
MD
LG