Rêxistana Partîya Demokratîk a Gelan ya Stenbolê danasîna namzedên xwe yên 13 navçeyên aşkere kirin. Danasîna namzedan li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet ya li navçeya Şîşlî pêk hat.
Di danasîna namzedan de Parlementera HDP Gûlistan Koçyîgît, Berdevkê HDPê Saruhan Oluç û herwiha Seroka Partîya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Pinar Turk jî tevlî civînê bû.
Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr axaftina pêşîn kir. Demîr anî ziman ku ew dê di hilbijartinên herêmî de du stratejîyan pêk bînin û wiha got; “Em dê li bajarên Kurdan şaredarîyên xwe yên ku vîna gel tune hatîye hesibandin dîsa ji destê kayyuman bigrin. Em dê li bajarên Rojava jî îtîfaqa Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Partîya Tevgera Netewperest (MHP) bin bixin.”
Berdevkê HDP'ê Oluç, jî bal kişand ser tifaqa AKP û MHPê got kî li dijî vê tifaqê bisekine û kî ji demokrasîyê bawer bike ewên dengê xwe bidin wan.
“Em bi awayeke têr û tije xebatên xwe yên hilbijartinan bidomînin. Li alîyekê li Kurdistanê bi danasîna namzedan hevalên me bajaran digerin. Hema hema her roj li deveran bi awayeke serkeftî xebatên me didomin. Di alîyê din de li rojavayê Tirkîyê jî bi awayeke serkeftî ev xebatên me pêk tên. Li Stenbolê jî me dest bi xebatan kir. Ev hilbijartin jibo me girîng e. Lewra ev jibo me ji hilbijatinek ji rêze zêdetir e.”
Piştî axaftinan HDPê namzedên xwe yên jibo 13 navçeyên Îstenbulê aşkere kirin.