Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sancar: Divê Nûneren Kurdan Pirsgirêkên Navxweyî bi Dîyalogê Çareser Bikin


Mithat Sancar
Mithat Sancar

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar li Amedê serdana partîyên Tifaqa Kurdîstanî kir.

Sancar pêşî serdana Partîya Demokrata Kurdîstana Tirkîye kir û bi serokê partîye Mehmet Emîn Kardaş re preskonferansek li dar xist.

Wî behsa mîtinga roja Şemîyê jî kir û anî ziman çiqas zext û zor li ser partîya wan zede dibe xwedîderketina gel jî zêdetir dibe.

'Jiber ku herkes dibine gelê Kurd hêza herî zindî ya tekoşîna demokrasîya Tirkîyê ye û ev êrîş li ser îradeya gelê Kurd tê kirin. ''

Wî di serdana xwe de behsa rewşa sîyasî ya Tirkîye û polîtîkayên hikûmeta AKPê jî kir û îdia kir desthilatîya AKPê têk diçe û ji hev belav dibe.

'Di prosesên têkçûnê de desthilatî jibo rizgarîya xwe hêvîya xwe bi polîtîkayên şer û dijminkirina gelên welat ve girêdide. Lê, em dixwazin dîyar bikin ku ev polîtîkayên şer rûxandineke mezin çêdike, AKP hem li başûrê Kurdîstanê hem bakur û rojhilata Sûrîye amadekarîya şerekî mezin dike û dixwaze Kurdistanê bike qada şer. Ev armanca wêrankar wê bandora xwe li ser sîyaseta navxweyî ya Tirkîyê jî bike, herwiha encamên neyînî lwê i ser Rojhilata Navîn jî çêke.’’

Hevserokê HDP’ê da zanîn ku di 25ê Tebaxê de bi partîyên çep û sosyalîst ên Tirkîyê re jî bi navê 'Tifaqa Demokratîk' civînan çêkin jiber ku tifaqa demokratîk bo hebûna tifaqa Kurdîstanî pir girîng e.

“Heta niha bi şeş partî û pêkhateyên Kurdîstanî re di bin banê tifaqê de gelek caran me li hev kir, lê niha dixwazin partîyên din jî bikin nav vê tifaqê. 'Di planên jibo siberojê de nûneren Kurdan mecbur in ku pirsgirêkên navxweyî bi dîyalogê çareser bikin jiber ku ev rewş sed salek din jî nikare wiha bidome. Di bin şertên giran û çetîn de mekanîzmayên lihevkirinê bi hev şêwirînê jibo berjewendîya netewî pir girîng e. Her gava ku tê avêtin pir bi nirx e û armanca serdana me ya jibo partîyên Kurdî jî di vê çarçovê da ye.''

Serokê PDK-Tirkîye Mehmet Emîn Kardaş jî got ku hêvîyeke din di nava hemû Kurdan de heye ku di navbera Kurdan de hevkarî, aştî û demokrasî pêk were û peyamên HDP jî hêvî daye wan.

''Ez bawer dikim ku emê di wê mijarê de jî bigihejin hevdu jibe rku tiştekî ku me cuda bike tunebe. Divê Kurd di navbera xwe de aştî û demokrasîyê pêk bînin. Jiber ku neyarê me pir in, dijminên Kurdan pir in ne hewce ye ku em di navbera xwe de dijminan ji xwe re çêkin. Lazim e di vir de em piştgirîya hevdu bikin. Pir zilm û zordarî li ser vî miletî heye, qayum, girtin, koçberî, zindan, kuştin, talankirin… Yanî li Başûr, li Rojava û li Rojhilat zulmeke gelek mezin li ser vî gelî heye,’’ Kardaş bi berdewamî got.

KHF Sancar Serdana Partîyen Kurdistanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:25 0:00

XS
SM
MD
LG