Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîthat Sancar: HDP Wê Bimîne û li Jêr Sîwana Partîya Çep ya Kesk Xebatê Bike


Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar

Meclîsa Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jibo ku xebatên xwe binîrxîne û amadekarîyên xwe yên nû di ber çavan re derbas bike li Enqerê li Navenda Giştî ya HDP’ê civîya.

Berî civînê, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar daxuyanîyek da û ragihand ku li ber doza girtina HDP’ê ewê ji vir û pê ve hebûna HDP'ê bidomînin, lê têkoşîna xwe jî di bin sîwana Partîya Çep ya Kesk de berdewam bikin.

“Doza girtina HDP’ê wek amûrekî tasfîyekirina sîyaseta demokratîk bû. Emê HDP’ê bidin jiyandin, têkoşîna hiqûqî, civakî û sîyasî bidomînin. Em di hilbijartinan de di bin navê Partîy Çep ya Kesk de beşdar bûn. Ev partî niha di parlementoyê de sêyemîn partîya mezin e. Ji ber egerên hiqûqî, ji vir û pê de emê têkoşîna xwe di bin Partîya Çep ya Kesk de berdewam bikin.”

Piştî hilbijartinên 14'ê Gulanê di nav HDP’ê de hin gengeşîyên naxweyî destpê kiribûn. Hevserokên Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan di bernameke televîzyonê de ragihandibûn ku ewê di dewra nû de ti erkekê negrin.

Niha li pêşîya HDP’ê û Partîya Çep ya Kesk pêvajoya konferans û kongreyan cî digre. Mîthat Sancar di civîna Meclîsa Partîyê de li ser wê jî rawestîya û hestên xwe wiha anî ziman:

“Piştî hilbijartinê me soz da gelê xwe û hemû rexneyên gel girt û xwe jî li hemberî wan rexnekir. Ev pêvajo hê jî bedewam dike. Emê herî dawî jî konferan pêk bînîn. Di demeke kin de jî emê Kongreya Awarte ya HDP’ê û Partîya Çep ya Kesk çêkin.”

Sancar di axaftina xwe de li ser qeyrana aborîyê, bilindbûna enflasyonê, zêdebûna xizanîyê û kêmasîyên hiqûqê yê Tirkîyê jî rawestîya. Sancar ragihand ku li Tirkîyê di her warî de jihevketin û têkçûnek pêk hatîye 95% jî gel, xizan û belengaz maye.

“Yek kulm sermayedar her roj bêtir dewlement dibin, serwetên xwe mezin dikin lê ji vî sedan 95 jî li Tirkîyê her roj feqîr dikevin. Rêjeyên enflasyonê li holê ye, gel nikare xwe xwedî bike, jiyaneke herî xirab didomînin. Lê ev desthilatî hêjî li hemberî gel derewan dike û dibêje rewş baş e.”

Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel jî li ser van cîvîn û xebatên HDP’ê ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku ewê di pêvajoya nû de dest bi hin çalakîyên nû bikin.

“Têkoşîn û xurtkirina demokratîk ya sîyaseta Kurdistanî heye. Ev bar jî li ser milê Partîya Heremên Demokratîk (DBP) bû, lê DBP di vî warî de qels ma. Emê ji vir û pê de li ser sê xetan bimeşin. Ji van yekem emê polîtîkayên xwe yê hevpeymanîyê di nû de, di ber çavan re derbas bikin, ya duyê emê rê û rêbazên hilbijartinê bi gelê xwe re dîyar bikin, ya sêyemîn jî emê polîtîkayên xwe yên Tirkîyê û Kurdistanê bi yek ahengek bidin meşandin.”

Di pêşîya HDP û Partîya Çep ya Kesk de niha mijara herî sereke çêkirana kongreyan e. Piştî kongreyê HDP wê di bin Partîya Çep ya Kesk de sîyaseta xwe bidomîne û ji bo hilbijartinên bajarvanîyê Partîya Çep ya Kesk tektîk û stratejîyan ji hilbijêrên xwe re pêşkêş bike.

Raporta Enqereê_Civîna HDP
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:17 0:00

XS
SM
MD
LG