Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters Dibêje Çaverê Ye HDP Encama Hilbijartinên Tirkîyê Dîyar Bike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê banga Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya bo hevdîtina bi berbijarê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu di nav hin neteweperwerên muxalîf de nerazîbûn çêkiriye.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar piştî eşkerebûna berbijarîya Kemal Kiliçdaroglu ew pîroz kiribû û bo danûstandinan bang li wî kiribû bi partîya wan re bicive.

Du karbidestên Tifaqa Milet ji Reutersê re gotin ku danûstandinên bi HDP’ê re dikare zararê bide destekên hilbijêrên neteweperwer.

Reuters dîyar dike ku HDP bo encamên hilbijartinên serokomarî û parlamanê dikare dîyarker be û seba Tifaqa Milet, hikûmranîya 20 salan ya Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan têk bibe çaverê ye ew hewceyî dengên HDP’ê be.

Wê ajansê bal kişand ku demokratên sosyal, neteweperwer, laîk û Îslamî cihêrengîyên xwe danîne hêlekê û piştgirî didin Kiliçdaroglu.

Karbidestekî din yê payabilind yê Tifaqa Milet jî got ku banga HDP’ê hinekî zû hatiye û dîyar kir ku ewê piştgirîya wê partîyê ji kêşeyên serekî yên muxalefetê be.

Wî karbidestî da zanîn ku ser piştgirîya HDP’ê, hilbijêrên IYI Partî dikarin bertekê nîşan bidin ku ew partî di Tifaqa Milet de partîya mezin ya duyê ye.

Reutersê ragihand ku anket bi piranî didin zanîn ku Kiliçdaroglu û Erdogan wê di hilbijartinê de deqedeq bin û dîyar kir ku dengê HDP’ê jî li Tirkîyê li dora 10 ji sedê ye.

Kiliçdaroglu di komcivîna Partîya Gel ya Komarî (CHP) de ser HDP’ê ti gotin nekir.

Wî spasîya rêberên partîyên sîyasî yên Tifaqa Milet kir û dîyar kir ku ewê bi hev re bimeşin.

Dadgeha Qanûna Bingehîn ser doza girtina HDP’ê danûstandinê dike.

Hîn nayê zanîn ku ewê doz kînga bi encam bibe.

HDP’ê xwest ku biryar piştî hilbijartinê were ragihandin, lê dadgehê ew daxwaz red kir.

Reuters dîyar dike ku jiber IYI Partî ya di Tifaqa Milet de hin hilbijêrên Kurd dê piştgirî nedin Tifaqa Milet.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG