Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salvegera Girtina 9 Parlemanterên HDPê li Tirkiyê


HDP hem li Enqere hem jî li Amedê di salvegera girtina parlemanteran de daxuyaniyek da.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan operasyona 4ê Mijdarê wekî dewamiya derbeya 15ê Tîrmehê nirxand.

Sezaî Temellî jî da xuyakirin ku tevî 9 parlemanter, 53 şaredaran niha ji HDPê 6 hezar kes girtî ne. Wî jibo desthilatiya Tirkiyê got "Niha em bi rejîmek faşît re rûbirû ne."

HDP'a li Amedê jî bi beşdariya parlemanteran daxuyaniyek da.

Parlemanter Hişyar Ozsoy destnîşan kir 4ê mijdarê derebeyek siyasî ye lê ev di keveneşopiya tekoşina wan de ne derbeya yekemîn e.

Wî got ev operasyon, dewamiya operasyona girtina parlemanterên DEPê di sala 1994'an de ye, herwisa dewamiya operasyonên KCKê ye ku di sal 2009'an de li ser siyasetvanên Kurd hate destpêkirin.

Hun dikairn agahiyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:08 0:00

XS
SM
MD
LG