Navenda Koordînasyona Krîzê ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Enqerê li Navenda Gîştî preskonferansek encam da
Di vê civînê de endamê Rêveberîya Desteya Bilind ya HDP’ê Mahfûz Guleryuz li ser rewşa dawî qise kir û got:“Piştî erdhejê me Navenda Koordînasyona Krîzê demezirand. Heta niha bê rawestîn ji me re li cîyê erdhejê saloxî tên. Em yekser vana bi Rêveberîya Rewşa Bilez û Afetê (AFAD) û bi mercîyên herêmî ve dabeş dikin. Lê mixabîn AFAD’ê heta niha yek tiştê ku me gotîye nekirîye.”
Guleryuz amaje kir ku li herêma erdhejê feleketeke mezin heye lê desthilatî heya jê tê dixwaze ku ser vana bigre û veşêre. Guleryuz radigîhîne ku tiştê ku li qada erdhejê pêk tên û tiştê ku desthilatîya AKP-MHP dîyar dike bi tevahî dijî hev in.
Li gorî daneyên ku ketîye destê Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê mexdûrên erdhejê herî zêde ji wan tiştên xwarin û vexwarin, rizgarkirina kesên bin kavilan û rastkirina mercên parastinê kirine.
HDP radgîhîne ku ewan bi sedan trêle û kamyon alîkarî şîyandine, disa li herêma erdhejê de 2 hezarî zêdetir endam û rêveberê wan bi awayê reste rast li wê derê kar dikin.
Endamê Rêveberîya Desteya Bilind ya HDP’ê Mahfûz Guleryuz ji Dengê Amerîkayê re jî qise kir. Guleryuz rigihand ku dewlet di bin vê erdhejê de maye û derfetên heyî jî bikar neanîye.
“Desthilatîya AKP-MH heya jê tê ser van karaseta dixwaze bigre. Reqemê ku dide tavhî ne rastin. Em di nav fikareke mezin de ne. Di vê erdhejê de ji 100 hezarî zêdetir wê mirî derkevin.”
Guleryuz amaje dike ku piştî erdhejê dewletê polîs, leşker û gelek hêzîn din neşîyandîye cîyê erdhejê û di vî warî de jî gazîncê xwe wiha tîne ziman:
“Gelo çima dewletê leşker û polîs nexist vê qadê. A rastî em vîya ti car fêm nakin.
Ji ber çi, dewletek welatîyê wî di bin kavilan de ye, bajarê wî hemû xirab bûye û hêza wî ya leşkerî heye û naşîne vê derê. Em vîya hîç fêm nakin.”