Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmam Taşçier: Pêdivîye Serokên HDP'ê Kurdîyeke Baş Bizanin


Îmam Taşçier parlementerê HDP'ê
Îmam Taşçier parlementerê HDP'ê

Li herêmên Kurdan û bajarên Tirkîyê, zimanê Kurdî di bin asta xeterê de ye. Pispor û zanyarên li ser zimanê Kurdî xebata wan heye, radigîhin ku heke wiha bidome dê zimanê Kurdî di nav civaka Kurdî da li Tirkiyê dê qelis bibe êdî pê neyê axiftin.

Di vî warî da, rexna herî girîn li ser Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP)ê derdikeve pêş. Tê dîyarkirin ku HDP giringiyê nade zimanê Kurdî.

Parlementerê HDP Îmam Taşçier dema bersîva van rexnan dide, dibêje “Di nav HDP’ê de pêwîstî bi pirzimanî heye û di demên dawî de jî HDP girîngîyê dide zimanê Kurdî.”

Parlementerê HDP Taşçiergotinên xwe wiha didomîne:

“Sîyaseta Kurd heta niha bi zimanê Kurdî re zêde eleqeder nebû. Lê ev saleke zêdetire ku HDP girîngîyekê dide zimanê Kurdî.

HDP civînên xwe li Kurdistanê piranya wan bi Kurdî çêdike. Dîsa çend roj berê li Enqerê HDP’ê konferansek çêkir hem Kurdî û hem jî Tirkîyê werger hate kirin.”

Rexna li ser HDP’ê yek jî li ser Hevserokên Giştî yên HDPê ye. Ji bo ku herdû hevserok jî Kurdî nizanin. Di rojên pêşîya me da, dê 4’emîn kongreya HDP bête dirustkirin. Li ser Kurdî zanîna hevserokan Taşçier nêrîne xwe wiha pareve dike: “Armanca me ewe ku pirzimanî di nav HDP’ê de hebe. Ji bo ku tê de pir gel hene. Daxwaza me jî ewe ku Hevserokên HDP Kurdîyeke pir baş bizanibin û pir baş bikaribin ku biaxivin.”

Raporta Enqerê 10 02 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:16 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG