Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş: Bila Enqere Destê xwe Bide Kobanê û di Avakirina Wir de Cî Bigire


Yekemîn Kongra Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Amedê roja Çarşemê li Hola Sporê ya Seyrantepeyê hat lidarxistin.

Bi hezaran endam û delege li holê amade bûn û ji axaftinên sîyasetvanan heta posterên hilawistî yên li dîwaran rizgarkirina Kobanê mora xwe li kongreyê xist.

Serokê Desteya Rêvebir yê Kantona Kobanê Enwer Mislîm jî bi telefonê beşdar bû spasîya xwe li lehengên xwîna xwe û keda xwe di rêya rizgarkirina Kobanê de dane kir û ji kongra HDP’ê re serkeftinê xwest.

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demirtaş destnîşan kir li Kobanê şerê xeta hovîtî û xeta jîyana azad dewam dike.

"DAIŞ li Kobanê jîyana azad û wekhev ji xwe re kir hedef. Herwiha derbeyek mezin li îslamîyetê xist. Di şexsê DAIŞê de li Kobanê hovîtî û paşverûtî têk çû."

Birêz Demirtaş jibo jinûve avakirina Kobanê bang li hikûmetê jî kir û wiha got:

“Diçin li Somalîyê 10 hezar xanî ava dikin. Bila bikin, başe, lê wa proseya avakirina Kobanê destpê dike, ya rast ewe Enqere deste xwe dirêjê Kobanê jî bike. Li herêmê sîyaseteke nû bilind dibe, bila Tirkîye jî tê de cî bigire ku feyda wê bigeheje gelê Tirkîyê."

Hevserokê HDP’ê bang li hemî sîyaset û rêxistinên sivil yên Kurd kir û xwest ku di hilbijartinê de jî bi hizra yekîtîya netewî tevbigerin.

Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî di kongrê de axaftinek kir û hikûmet rexne kir.

“Serokwezîr hat li Amedê got ku dixwaze bi Kurdî hîn bibe, lê qet haya wî jê nîne ku mafê perwerdîya zimanê Kurdî hê jî tuneye. Tên li vir gotinan xweş dikin, lê jibo çareserîya pirsa Kurd û demokrasîye hereket lazim e.”

KHF_1_28_15_HDP
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:01 0:00

XS
SM
MD
LG