Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP'ê Berbjijarên Xwe bi Civîneke Taybet Da Nasîn


Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û berbijar bi hevre ne
Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û berbijar bi hevre ne

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) roja Înê li Enqerê bi bernameyek berbijarên xwe dan nasîn.

Gelek navên nû di lîstan HDPîê de hene, lê jibo ku dikaribin bende bibihorin, divê ji rojavayê Tirkîyê dengen zêde bigirin. Loma jî parlamenterên navdar yên HDP di lîstên bajarên rojavayê Tirkîyê de weke berbijar hatin nîşandan.

Hevserokê HDP’ê Selahattin Demîrtaş û parlamentera Îdirê Pervîn Buldan berbijarên Stenbolê, Sirri Sureya Onder yê Enqerê ye û Leyla Zana jî berbijara Agirî ye.

Hevseroka KCD’ê Selma Irmak berbijara Colemêrgê, Faysal Sarîyildiz û Gulser Yildirim yên Şirnexê û Profesor Kadrî Yildirim jî di bû berbijarê Sêrtê.

Hêjayî balkişandê ye, di nav hemî partîyan de hejmara herî zêde ya berbijarên jin, bi 268 kandîdan, di nav lîsteyên HDP’ê de ne.

Cîgirê Serokê Giştî yê Komela Piştigirîya Mazlûman (Mazlum-Der) Selahattin Çoban jibo guhdarên Dengê Amerîka lîsta HDP’ê û AKP’ê şîrove kir.

“Lîsta HDP’ê, lîsteyek pir rengî û pir dengî ye, lê AKP bî vê lîsta xwe vedigere sîyaseta berê û berbijarîya Oya Eronat jî cîhê rexne ye.”

Çoban dîyar kir ku xetera benda ji sedî dehî li pêşî ye, lê HDP dikare bi xebat û kampeyneke baş ji bendê derbaz bike.

KHF_4_10_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:44 0:00

XS
SM
MD
LG