Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP'ê Danezana Xwe ya Hilbijartinê Eşkere Kir


Beyanameya hilbijartinê ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Stenbolê ji alîyê Hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ve hate eşkere kirin.

Beyanemaya HDP’ê bi ‘Banga Mezin a Mirovatîyê’ destpê dike ku ji 200 rûpelî û 12 xalên sereke pêk tê.

50 rûpelên beyanameyê ku HDP tê de bernameya xwe û sozên ku dide civaka Tirkîyê eşkere dike, di bernameyeke taybet de li Stenbolê hate xwendin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag di axaftina destpêka bernameyê de babetên di beyanameyê wekî xeyal û bawerîya gelên Tirkîyê bi nav kir.

HDP di danezana hilbijartinên 7’ê Hezîranê de, soz dide ku li Tirkîyê sîstemeke cuda ya rêvebirîyê bi navê ‘Xweserîya Demokratîk’ bîne.

Mafê jinan, ciwanan, zarokan, karkeran, mafên civakî, perwerdeya zimanê dayikê, çareserkirina pirsa Kurd di çarçoveya 10 xalên ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêşkeşî hikûmeta Tirkîyê kiribûn jî di beyanemayê de hatin rêz kirin.

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, beşdarên salonê bi Kurdî silav kirin û piştre madeyên danezana hilbijartinê pêşkeş kirin.

“Emê li dijî wesayeta leşkerî, sîvîl, burokratîk û otorîter pêvajoya reforman bidin destpê kirin. Di qanûna bingehîn de ku HDP pêşnîyar dike, wê hemwelatîbûna wekhev hebe ku hemû ol, bawerî û maf û azadîyên civakî, aborî, sîyasî, çandî, azadîya zayendî, ekolojîk û parastina çavkanîyên sirûştî û ajalan tê de cî bigirin.”

Hevserokê HDP’ê Demîrtaş piştî pêşkeşkirina danezanê li ser pirsên rojnamevanan yên derbarê benda hilbijartinê de wiha peyivî.

“Encamên lêkolînan nîşan didin ku me ew motîvasyona ku bi hêsanî bendê derbas bikin, bi dest xistîye. Lê dîsa jî zû ye ku em bêjin, em bi temamî derketine ser bendê. Bawer im wê di 45 rojên mayî de her roj dengên me zêde bibin.”

Demîrtaş bal kişand ser xwedîderketina dengan û sindoqên hilbijartinê.

“Wê dengên HDP’ê berî ku bigihejin Desteya Hilbijartinê werin ber destê me. Loma jî em ji vir bang dikin, yên ku difikirin dengan bidizin bila vê nefikirin.”

ST_4_21_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:18 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG