Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Caglar Demirel: AKP Dixwaze HDPê li Derveyê Siyasete Bihêle


Çaglar Demirel Tirkish Prliament MP from HDP
Çaglar Demirel Tirkish Prliament MP from HDP

Hewildana rakirina mafê destnedayinê ya parlemnetrên HDPê di rojeva Tirkiyê de ye, di 15ê Gulanê de yasa dê li parlamentoyê bihê dengdan.

Ger bi 367 dengan guhertina yasayê neye erê kirin, serokkomar dikare biryara referandumê jî bide.

Di civîna komisyonê de, di navbera parlamenterên HDPê û AKPê de gelek caran pevçûn çêbûn. Cîgiria berdevka gruba HDPê û partamanetera Amedê Çaglar Demirel ji Dengê Amerîka re behsa van pêvçûna kir û encamên vê yasayê şîrove kirin.

Wê got mesele ne rakirina zirxa parlameniyê ye, ev ew konsepte, ya ku, ji 7ê Heziranê vir ve ketiye meriyetê.

Xanima Çaglar got AKP dixwaze HDPê li derveyê siyasete bihêle. Herwiha destnîşan kir ê got, hemî fezleke li ser hizr û ramanên parlameterên HDPê hatine vekirin.

Parlamnetera HDPê ya Amedê daxuyakirin ku, ew dest ji tekoşîna xwe berndadin û diyar kir ger ev qanûn were qebûl kirin jî helwesta wan diyar e, ew dê neçin dadgehê.

Çaglar Demirel li ser pevçûnan jî got, tu caran rê nadin ku, parlamnetrên HDPê li ser kursî bi azadî biaxivin, herwiha îdia kir bi sedan kes anîne runiştinê da ku êrîşên parlamneterên HDPê bikin.

Endama HDP di Parlamenê Tirkiyê de
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:36 0:00

XS
SM
MD
LG