Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biryara Tirkiyê ya Şaredarên Şûngir Li Stenbolê Hat Şermezar Kirin


Nunerên HDB û KDG ê li Stenbulê
Nunerên HDB û KDG ê li Stenbulê

Îro pênşemê li stenbolê meclîsa navenda Partîya Demokrat a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîka Gelan (HDG) daxuyanîyek ji raya giştî re da weşandin.

Di daxuyanîyê de qayûm (Şûngir)ên ku li şaredarîyên bajarên Kurdan hatin avêtin ji hêla gel û HDP’ê ve hat şermezar kirin.

Daxuyanî bi beşdarbûna sazyên sivîl pêk hat. Di daxuynîyê de parlamenterên HDP’ê yên Stenbulê Huda Kaya û Filiz Kerstecîoglu, hevserokê navenda HDP’ê yê Stenbolê Doğan Erbaş axivîn.

Kerestecîoglu got: bi şaredarên şûngir şaredarî nayên revebirin, şaredarî yên gel in. Şaredên bê heza gel nayên qebûlkirin.

Kerestecîoglu bi berdewamî got: ne bes bû ku destnedayîna li s parlementeran rakirin, bajar talan kirin ne bes bû zor dan ser tecrîtê niha jî şaredarîyan lig ur dile xwe di guherînin. Ev rewşa niha heyî diviya bû, liser maseyên Dialogê û liserli ser maseyan bihatban axiftin, lê mixabin wan rêya şerî hilbijartin.

Huda Kaya di axaftina xwe de anî ziman ku ger hûn li doza mirovahîyê xwedî derkevin hûn ê nêzî xwedê bin, ne ku hûn di cejnan de qurbanan serbibirin da ku xwe nêzî xudê bikin, divê hên bizanin ku, hun bi serjêkirina qurbana nêzî xudê nabin.

Hêjayî gotinê ye ku li 24 şaredarên bajarên Kudan bi biryara dewletê şaredarên şûngir hatine wezîfedarkirin, ev yek bo sedema reaksiyonên dijwar û li hemû deverên Tirkîyê bertekek mezin bi xwe re anî.

Kesên bi hilbijartinan di şaredarîyan de bûn rêvebir, bi wezîfedarkirina şûngiran ji karê wan hatîn dûr xistin.

Zozan -Stenbul
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:08 0:00

XS
SM
MD
LG