Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Demirtaş re 142 Sal Cezayê Zîndanê Tê Xwestin


demirtas
demirtas

Di çarçoveya lêpirsînên derbarê hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag de serdozgeriya Amedê îdianame amadekir.

Li gorî îdianamê, ji Demirtaş re ji 43 sal heta 142 salan, ji Yuksekdag re, ji 30 sal heta 83 salan cezayê hepse tê xwestin.

Selahattîn Demirtaş bi îdiayên “rêvebirê rêxistina terorî ye, ji qanûna civîn û meşê re muxalefet kiriye, gel çalakiyên ku kîn û dijmintiyê teşwîq kirine weke sûc arastey Demirtaş tên kirin, herweha bi sedema “pesna sûc û sûcdaran daye” tê tawanbarkirin.

Di îdianameya Yuksekdag de jî, heman îdia hene. Di heman demê de biryarên civina navendî ya ESPê ê biryarên civinê weke berpirsên bûyerên Kobaniyê hatine destnîşan kirin. Jiber ku imzeya Figen Yuksekdag jî di nav biraya civinê de heye, ji buyerên Kobanê jî weke berpirs tê nîşandan.

Hem Demirtaş, hem jî Yuksekdağ, axaftin û çalakiyên di nav Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de jî weke delîlên sûcan hatine destnîşankirin. Îdianameya hevserokên HDPê hinartin Dadgeha Cezaya Giran. Demirtaş û Yuksekdag jî tê de 11 parlementerên HDPê niha di girtî ne.

Piştî parêzbendiya bi dehan parlementerên HDPê hatibû rakirin, hevserokên giştî yên HDPê di 4ê Mijdarê de bi biryara 2emîn Dadgeha Sulhê ya Cezayê ya Amedê ve hatibûn girtin.

Hêjayî gotinê ye ku di heqê Demirtaş de Dozgeriya Stenbûlê jî dozek vekirî bû ji axaftina wî ya Newroza 2013’dan ku wî çaxî pêvajoya çareseriyê hebû.

Di wê dozê de Demirtaş weke damezrînerê PKKê hatiye tawanbarkirin. Demirtaş bi rêya sistema SEBGİS, İnternetê, beşdarê rûniştinê bû û got “Em ne hêrsin, siyaset sebir û aramê dixwaze. Em dizanin ku van rojan jî dê derbas bibin. Ez qet naxwazim ku di şuna wî hakimê de bim ku birayara girtina me da. Ku biryara girtina me neda, ewê bihata girtin.”

Cîgira Hevseroka HDPê Fîliz Keresetecioglu jibo cezayên Demirtaş û Yuksekdag de “Bi van cezayên giran dixwazin hizra sucek mezin heye çekin. AKP û serokkomar dixwazin di çavê gel de me sucdar nîşan bidin. Rêya ku serokatiyê vedike di paqijkirin û nehêlana muxalafetê re derbas dibe.”

Dewleta Tirk Cezayê 142 Sal Zînan Dide Hevserokê HDP S.Demirtaş
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:30 0:00

XS
SM
MD
LG