Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterên HDP: Çalakîyên Me jibo Têkoşîna Demokrasîyê Ne


Nakokîyên navbera desthilatî û opozîsyona Tirkîyê, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) dike hedefa êrîşên desthilatîya Tirkîyê.

Di nav salên dawî de 5 hezarî zêdetir endam û rêvebirên HDP’ê hatin binçav kirin û ji vana 500’î zêdetir jî hatin girtin.

Heta niha mebûstîya 27 parlamanterên HDP’ê hatiye xistin û gelek şaredarên HDP jî ji destê wê hatiye girtin û li şûna wan ve qayum hatiye pîşandin.

Desthilatîya Tirkîyê van êrîşan li ser HDP’ê dijwartir dike, jiber sedema van êrîşan di 1 Hezîranê de HDP’ê biryara rêzeçalekîyan girt.

Li gorî vê biryarê Meclîsa Jinan ya HDP’ê ji bo protestokirina tundîyên ser jina wê di nav meheke de çalakîyên xwe bidomînin. Di vî warî de parlamantera HDP’ê Ayşe Surucu girtina vê biryarê wiha radigîhîne:

“Jibo meheke me kempeynek da pêşîya xwe. Armanca vê kempeynê ewe ku em dixwazin li hember tundîya ser jinê, pîşandina qayuman, derxistina zagona îstîsmarcîyan û êrîşên desthilatîyê bisekinin. Heta ku em bigîhîjin armanca xwe emê çalakîyên xwe bê navbir bidomînin.”

Di nav parlamana Tirkîyê de bi dehan parlamanterên HDP’ê hebin jî, pir caran parlamanterên HDP’ê jî rastî êrîşan tên.

Di Rojên çûyî de meşa parlamanteran jî ji alîyên hêzên ewlekarîyê ve hatibû astengkirin. Van hemû êrîşana parlamanterê HDP’ê Omer Ocalan wiha dinîrxîne:

“Îro li vî welatî nîrxên demokrasîyê hatiye qir kirin. Rojên çûyî me parlamantera xwast bimeşin pêşî li me hate girtin. De hesap bikin em parlamanter nikarin bimeşin û ser me de van zextan tînîn êdî hun rewşa gel hesap bikin. Lê çi dibe bila bibe emê di her warî de gelên xwe biparêzin.”

HDP’ê di 15 Hezîranê de bi du milan de li Colemêrg û Edîrneyê dest bi meşa “Dijî Derbeyan Meşa Demokrasîyê” kir.

Berdevk û parlamantera HDP’ê Ebru Gunay ev meş wek li hember desthilatîyê nîşan da û wiha got:

“Slogana meşa me li hemberî derbeyan meşa demokrasîyê ye. Rastî têkoşîna demokrasîyê tiştekî dur û dirêj e. Li hemberî partîya me ji alîyê desthilatîyê ve êrîşeke mezin heye. Emê jî li beranberî van tundîyan bertekên xwe nîşan bidin. Ji bo vî jî meşa me li hemberî êrîşên desthilatîyê wek bersîveke.”

ED_06_15_2020_Parlamenterên_HDP
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:42 0:00


XS
SM
MD
LG